Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin 2020-06-01 14:08:29 MÊRDÎN - Welatiyê ku li Şêba Jêr a Dêrikê di serdegirtina malê de bi îşkenceyê hatin binçavkirin û hatin berdan, duh dîsa hatin binçavkirin. Dozgeriyê biryara "veşartî" danîn ser dosyaya lêpirsînê û naverok nîşanî parêzeran neda. lê ligel biryara dozgeriyê hûrgulên naveroka dosyayê di meyda îqtîdarê de hat weşandin.  Eskeran li Gundê Şêba Jêr a Dêrikê bi ser malan de girtibûn û gelek welatî binçav kiribûn. Derket holê ku welatiyên duh hatin binçavkirin, heman welatiyên ku di 17'ê Kanûna 2019'an de di operasyona eskerî ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Mêrdînê de hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn in. Derket holê ku welatiyên duh hatin binçavkirin berê jî hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine. Dozgeriyê der barê dosyayê de biryara "Veşartinê" dabû û naverok nîşanî parêzeran nedabê. Lê der barê naveroka dosyayê de Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA), der barê hurguliyên dosya şeşarî de agahî parve kirin.    Eskeran di serdegirtina malan de welatî H.B, A.O, B.O, N.D, M.N.D, Î.H.T, A.T, Y.Ç. û E.A. binçav kiribûn. Têkildarî binçavkirinan de hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.