Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan 2020-06-01 15:49:30   COLEMÊRG - Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Tûran, kuştina Bariş Çakan a ji ber guhdarkirina muzîka kurdî şermezar kir û ev tişt got: “Careke din hat hînbûn ku zihniyeta faşîst a AKP-MHP’ê tenê wehşet û komkujiyê dihewîne.”   HDP’ê ya Colemêrgê, derbarê kuştina Bariş Çakan a ji ber guhdarkirina muzîka kurdî, daxuyaniyek da. Daxuyanî li li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar hat dayîn û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Tûran axaftinek kir. Tûran, diyar kir ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û dê li her qadê bi kurdî biaxivin û wiha got: “Careke din hat hînbûn ku zihniyeta faşîst a AKP-MHP’ê tenê wehşet û komkujiyê dihewîne. Zihniyeteke ku wiha êrîşî çand û nirxên kurdan bike, siberojê wê ji bo kurdan çawa rewşeke aştiyane ava bike.”   EM Ê DEV JI KURDÎ BER NEDIN   Di berdewamê de Tûran, destnîşan kir ku wê qet zîhniyeta qedexeker a li dijî kurdî qet qebûl nekin û ev tişt anî ziman: “Me bi kuştina Bariş Çakan dît ku wehşeta heyî zêdetir bûye. Ev xesar dide xwişk Û biratiya gelan. Divê bi awayekî lezgînî gelên Tirkiye û Kurdistanê ki vê faşîzmê xelas bibin. Em kesên ku aştiyê qetil dikin û bingeh ji komkujiyê re amade dikin şermezar dikin. Heta ku kurdekî li dinyayê bimîne jî em ê bi kurdî biaxivin û stranên kurdî guhdar bikin.”