Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn 2020-06-02 09:08:12 AMED - Havva Kiran (65) ku di lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, heta niha 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 lêpirsîn hatine destpêkirin.    Di 22'yê Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de 18 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran (65) e. Kiraan, piştî hat binçavkirin bi şertê "hepsa malê" hat berdan û ji bo şertê hepsa malê bê rakirin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    5 CARAN BINÇAVKIRIn, 106 HEB LÊPIRSÎN    Kiran ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, nexweşîna tansiyon, şekir û nerihetiya dilî pê re heye. Kiran, bi tena serê xwe dijî û heya niha ji çoka xwe du caran emeliyat bûye. Her wiha heya niha 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 lêpirsîn hatine destpêkirin.    Kiran, anî ziman ku 2 meh in ji mal derneketiye û got, gava polîsan avêtiye ser mala wê li gor mesafeya fizîkî tev negeriyane û ji bo avêtina ser malê jî got a hatiye kirin "bêhiqûqîtî" ye. Kiran, destnîşan kir ku di dema avêtina ser malê de polîsan çek spartiye wê û got, polîsên birûpoş gava dîtine bi tenê ye li ber derî sekinîne û 9 polîs jî ketine hundur dest bi lêgerînê kirine. Kiran, diyar kir ku piştî lêgerîn qediyaye, dîsa talîmat ji polîsan re hatiye û cardin li nav malê geriyane û got, di lêgerîna duyemîn de heya bi nav beharatan jî mêze kirine û hard dîskeke ku ne aydê wê ye hatiye dîtin.    Kiran, bilêv kir ku xwendin û nivîsandina wê tuneye û çendî ku ji polîsan re gotiye, hardîsk ne a wê ye jî polîsan bi zorê xwestiye girtekê pê bidin îmzekirin û got: "Nizanim di hundirê dîskê de çi hebû. Nikarim komputerê bi kar bînim. Xwestin kaxezekê bi min bidin îmzekirin ku zirar nedane malê. Min qebûl nekir û îmze jî nekir."    BI ENDAMTIYÊ Û ÇÛYÎNA ŞÎNÊ HATIYE SÛCDARKIRIN    Kiran, anî ziman ku li emniyetê 5 saetan îfade daye û got: " Ji min re gotin, tu endamê Komeleya Jina ya Rosayê yî. Ez ne endama komeleyê me, ez di Meclîsa Dayikên Aştiyê de me. Em rêxistineke civakî û sivîl in. Beşdarbûna daxuyaniyên komeleyê ne sûc e. Em bi tiştine pûç, komîk hatin tawanbarkirin. Ji min re gotin, 'Heyva Sor pera ji te re dişîne, tu alîkariya ên çiyê dikî.' Heger li holê pereyek hebe, divê dekontek wê, fîşek wê hebe. Gotin, kurek te tev li YPG'ê bûye. Belê di dema pêvajoya Kobaniyê de kurê min tev lê bû. Lê nizanim sax e an miriye. Ji xwe ji roja ku kurê min çûye heya niha sê caran qereqolê gazî min kiriye. Ji ber çûme şîna gerîlayan, hatim sûcdarkirin. Gotin, 'çima hûn ji wan re dibêjin şehîd.'"    'ÇALAKIYÊN ME NE SÛC IN'    Kiran, anî ziman ku tiştên pê tê sûcdarkirin qebûl nake û got, çalakiyên wan ne sûc in. Kiran, got: "Heger kesek jiyana xwe ji dest dabe, êdî hesab di navbera wî/ê û Xwedê de ye. Civak jî wî/ê wekî şehdî qebûl dike. Çûna şînê, fatîhexwendin ne sûc e. Armanca me dayikan, em pêşî li mirinê bigirin. Ez dayikek aştiyê me. Em rêxistineke civaka sivîl in. Tevlîbûna daxuyaniyên saziyên legal ne sûc e. Heger îllegal me, nexwe çiam destûr dan ku bê vekirin."    Kiran, diyar kir ku "Xelata Aştî, Dsotanî û Demokrasiyê" ya ku Odeya Bijîşkan a Amedê daye Dayikên Aştiyê û beşdarbûna wê ya Civîna Danasîna Namzetên Hevşaredariyê jî sûc hatiye hesibandin. Kiran ji bo van sûcdarkirina got: "Pergala hevserokatiyê azadiya jinê ye. Jin, hebûna cîhanê ye. Gava di saziyan de jin tunebin, wê tu pergal bi rê ve neçe. Lewma jin li kuderê bin, em jî bi kitanên xwe yên spî li wir in."    Her wiha Kiran, anî ziman ku axaftinên wê yên der barê yekîtiya neteweyî de jî jê hatine pirsîn.    Kiran, bilêv kir ku di binçavan de jê pirsîne "Çima te 8 kîs birinc xwestiye" û got: "Erdê birincê yê zavayê min heye. Ji ber ku birinca wan baş e, dayikan xwest bikirin. Vê yekê jî kirin delîla sûc. Em Meclîsa Dayikên Aştiyê li komeleyê xwarina xwe çêdikin."    'ÇIMA NEÇÛYÎ SERDANA KESÊN LI BER AVAHIYA HDP'Ê?'   Kiran, anî ziman ku di binçavan de jê hatiye pirsîn ku çima neçûye serdana kesên ev demeke li ber avahiya HDP'a Amedê ne û got, ji bo tevî malbatên li wir li dijî şer bang bikin çûne partiyê, lê belê polîsan ew asteng kirine.    ‘BILA LI XWE MÊZE BIKIN'    Kiran, destnîşan kir ku ew kesek e extiyar û nexweş e, loma binçavkirina wê neqanûnî ue û got: "Li DYA'yê polîsan kesekî siyasî kuştiye. Tirkiyeyê jî bertek nîşan daye. Reng, deng çi dibe bila bibe tu kes mirineke wiha heq nake. Divê mirov hinekî li xwe mêze bike. Divê mêze bike, gelo ez çi tînim serê gelê xwe. Kurd ji fezayê nehatine. Em mirovên vê axê ne. Me ev muamele heq nekiriye. Hê jî dengê Dilgeşê ku tevî diya xwe di binçavan de di guhê min de ye. Girtina wê dayikê şerma vê dewletê ye."    Kiran, destnîşan kir ku heya ev şer hebe wê dayik ji bo aştiyê bitêkoşin û got: "Dayik ji bo mirinê zarokên xwe mezin nekirine. Dayik, ji bo ku zarokên wan bijîn têdikoşin. Zarokên kurdan ne evîndarê çekê ne, evîndarê azadî û biratiyê ne. Ên tên kirin ji bo tunekirina krudan e. Lê êdî kurd şiyar bûne. Gava dayik zarokê xwe sipêre axê dibêje 'ez azadiyê dixwazim', divê ji peyama van dayikan şerm bikin. Wê dayik ji bo zarokên wan nemirin tim û tim bitêkoşin."    Kiran, destnîşan kir ku bi salan e bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimîne, lê belê ji van zextan antirse û got: "Ji çokên xwe emeliyat bûme. heger hiqûq hebe, wê îtiraza me bê qebûlkirin. Lê heger hiqûq tunebe, wê neyê qebûlkirin û ez ê bêm girtin. Ez bi tena serê xwe dimînim. Kesek jî tuneye biçe ji min re nanekî bikire."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Cahît Ozbek