Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe 2020-06-02 09:09:32 WAN – Mexdûriyeta 303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji bo ji asta taşeronbûnê derbasî qadroyê bibin 3 caran ketibûn mulakatê û her sê car jî bi hinceta ku “neserkeftîbûnê” derbasbûna wan ji aliyê qeyûm ve nehatibû qebûlkirin, zêdetir dibe. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 306 karker ji bo ku ji asta taşeronbûnê derbasî qadroyê bibin, 3 caran ketin malakatê. Lê her sê car jî “neserkeftî” hatin hesibandin û nehatin derbaskirin. Li gel ku dadgeha kar 3 caran biryar da ku mulakat bê dubarekirin jî hemû karker ji aliyê rêveberiya qeyûm ve “neserkeftî” hatin hesibandin û nehatin girtin. Karkerên ku 26 meh in li benda vegera karê xwe ne, mexdûriyeteke mezin dijîn. Di vê pêvajoyê de karkerekî ji ber pirsgirêkên aborî întÎhar kir, karkerekî jî dema ku karmendên desteseriyê diçûn mala wî qrîza dil derbas kir û mir û karkerek jî di bin aşûta ku mehên zivistanê li Wanê çêbû de ma û jiyana xwe ji dest da. Karkerên ku li gel biryara dadgehê jî nikarin vegerên karê xwe, pirgirêkên mezin ên aborî dijîn Û gelek ji wan ji bi nexweşiyên giran ketine. Bi taybatî jî di pêvajoya vîrûsa koronayê de karker pirsgirêkên aborî û derûnî jiyan û ji xwe re kar nedîtin. Karkerên ku nikarin vegerên karê xwe, bi giştî dabera nêzî 3 hezar mirovî dikin. Bi mehane li ser medya civakî dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û hevdîtinan dikin. Lê li gel vê yekê jî çareserî ji wan re nayê dîtin û hemû derî li wan tên girtin.   FERMAN JI ENQEREYÊ HATIYE   Ji karkeran Zafer Ûyar, diyar kir ku li gel daxuyaniya Wezareta Xebatê ku gotibû wê kes neyê mexdûrkirin jî tên mexdûrkirin û wiha got: “Mexdûriyeta me ji ber erdnîgariya me ye. Li gel biryarên dadgehên jî mulakatên me ne serkeftî ten hesibandin. Çawa çidibe ewqas mirov di azmûneke ku 3 caran dikevinê de bi ser nakevin? Li gorî agahiyên ku me girtin; ji Enqereyê ferman hatiye Û ji ber rewşa giştî ya welat me nagirin kar. Em mexdûriyeteke mezin dijîn û dixwazin ku ev pêvajo bi awayekî hiqûqî bi dawî bibe.”   PEVAJO WERGERIYAYE ÎŞKENCEYÊ   Ji karkeran Sozdar Akdogan jî da zanîn ku di mulakatê de ji ber pirsên ku jê hatine pirsîn bertek nîşan da ye û ev tişt got: “Min ji wan re got, ez li ofise dixebitim pirsên vê derbarê de bipirsin. Li ser vê berteka min pirsan sererast kirin lê dîsa jî me serkeftî nîşan nedan. Piştî ku ji kar hatim derxistim çûm karkeriya demsalî. Lê min gelek zehmetî kişand û bedila keda min nedan min. Ewqas mirov çawa serkeftî ninin? Di hêla derûnî de me têk birin. Ez mafê xwe dixwazim. Ev pêvajo êdî ji bo me wergeriyaye îşkenceyê. Em daxwaz dikin ku ev bêhiqûqî bê bidawîkirin.”   MEXDÛRIYETA TENÊ NE YA KARKERAN E   Ji karkeran Serkan Sûrkûn jî bi lêv kir ku mexdûriyeta dijîn ne bi 303 karkerî bi sînore û ev tişt anî ziman: “Karkerên nayên girtin nêzî 2 hezar û 500 kesî dinêrin. Gelek caran em bi rêyên hiqûqî bi ser ketin lê ev serkeftina me ji aliyê rêveberekî ve nayê qebûlkirin. Hevalên me hedef hatine nîşandan, ne tenê li vir li tu deverê nayên girtin. Di pêvajoya vîrûsê de me gelek zehmetî kişand. Hevalên me întihar kirin. Ne pekane em vê rewşê qebûl bikin. Ev rewşa berhema zîhniyeta ‘bila mirov biçin kokên daran bixwin’e.”