Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir 2020-06-02 13:13:37   AMED - Endam û rêveberên BTS’ê ji bo sirgûnan şermezar bikin xwestin ji çar aliyan bimeşin Enqereyê. Cendirmeyan milê Amedê yê BTS'ê ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve ketin rê, li navçeya Madenê ya Xarpêtê rawestandin.    Piştî 84 endamên BTS'ê û xebatkarên Rêyên Hesin ên Komara Tirkiye (TCDD) hatin sirgûnkirin, bertek û nerazibûn zêde dibin. Rêveber û Nûnerên BTS'ê bi armanca sirgûnan şermezar bikin, biryar dan ku ji Amed, Edene, Îzmir û Stenbolê bimeşin Enqereyê û li Enqereyê bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman. Li ser biryarê îro serê sibê endam û rêveberên BTS'ê yên Amedê ji milê Amedê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Koma endam û rêveberên BTS'ê ku ji Amedê ketin rê li navçeya Madenê ya Xarpêtê, cendirmeyan ew rawestandin.  Fermandariya Cendirmeyan diyar kir ku dê destûr nedin ku rêveberên BTS'ê biçin Enqereyê. Rawestîna endam û rêveberên BTS'ê ya li Madenê didome.