Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-06-02 13:33:09   ENQERE – Odeya Bijîşkan a Enqerê, ragihand ku li tevahiya bajêr 391 xebatkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa korona  (Kovîd-19) ketin û bijîşkekê jî jiyana xwe ji dest da.    Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqerê (ATO), debarê xebatkarên tenduristiyê yên bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li tevahiya bajêr 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin û bijîşkekê jî jiyana xwe ji dest da.    Hejmara xebatkarên beşên cuda yên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketin wiha ye: “78 bijîşkên pispor, 42 asîstanên tibbî, 10 sekreterên tîbbî, 4 bijîşkên diran, 1 bijîşkê cihê kar, 56 hemşîre, 26 teknîsyenên tipa lezgîn, 7 xebatkarên mitbexê, 3 karmendên ewlekariyê, 1 eczac, 47 karkerên paqijiyê,  25 bijîşkên malbatê, 6 xebatkarên îdarî û 2 teknîsyenên röntgene.”