‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’ 2020-06-02 14:33:52   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê kuştina Bariş Çakan şermezar kir û xwestin dev ji zimanê cudkariyê berdin.   Platforma Ked û Demorasiyê ya Amedê têkildarî kuştina Bariş Çakan û hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a li Sertê li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn û bankarta “Dev ji zimanê cudakariyê berdin” daliqandin. Berdevkê Platformê yê demê Hasan Eroglû daxuyanî da.   ‘ZIMANÊ SIYASETÊ DUBENDIYÊ ÇÊ DIKE’   Eroglû diyar kir ku zimanê siyasetmedaran dibe sedema dubendiya civakê û got: “Ji ber axaftinên wan sedem û tiştên nexweş û neyînî diqewimin. Ciwanê kurd Bariş Çakan li Enqereyê ji ber li stranên kurdî guhdar kiriye ji aliyê sê kesan ve hatiye qetilkirin. Em dixwazin demildest bûyer were ronîkirin û lêpirsînek bi bandor were birêvebirin. Belavkirina wêneyên îşkenceya li Emniyeta Amedê ya li dijî wî kesî pêk anîne me bi sosretî û xeterî lê temaşe kir. Rewşek xeternak radixîne ber çavan. Em dibêjin ku em li dijî kuştin û îşkencekirina însanan in.”   ‘DIXWAZIN BÎR, DÎROK Û ÇANDA KURDAN TUNE BIKIN’   Eroglû bertek nîşanî xerakirina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a ji aliyê qeyûmê Sêrtê ve pêk hat da û got: “Bi vê hilweşandina navê rewşenbîrê kurd Celadet Elî Bedîrxan, dixwazin bîr, dîrok û çanda gelekî ji holê rakin. Em ji bîr nekin wezîfeya dewleta ne tunekirina nirxên gel e, berevajî vê parastina nirx û bîra civakê ye.”