DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye 2020-06-02 16:46:44   AMED - DBP’ê têkildarî xwepêşandanên li Amerîkayê yên piştî kuştina George Floyd dest pê kirin daxuyanî da û got: “Ev ne dagirkirina kuçeyan e. Ev hêrsa li dijî cudakariya bi sedsalan e pêk tê ye.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî xwepêşandanên li Amerîkayê piştî kuştina welatiyê reşik George Floyd dest pê kirin û didomin daxuyaniyek nivîskî belav kir. DBP’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku raperîna gelê Amerîkayê li ser zemînek meşrû pêk tê.   'NIJADPERESTIYÊ REWA DIKIN’   DBP’ê gotina Floyd a dema hat kuştin “ez nikarim nefesê bistînim” bi bîr xist û got: “Em kurd jî bi sedan car bûne şahide vê gotinê û komkujiyan. Hêj duh ciwanê kurd Bariş Çapan ê ji ber li strana kurdî guhdar kir li Enqereyê hat qetilkirin. Nijadperestî bi destê dewletê pêk tê û dixwazin nijadperestiyê serwer bikin. Rayedarên Amerîkî bi daxuyaniyên xwe dixwazin hovîtiyê û nijadperestiyê asayî bikin. Ev ne dagirkirina kuçeyan e. Ev hêrsa li dijî cudakariya bi sedsalan e pêk tê ye. Raperîna dozek mafdar û rewa ye. Li hemû welatan û li Amerîka jî polîs hêza dagirkeriyê ye. Em li cem berxwedana gelê Amerîka cih digirin. Em serkeftina xwe ya bi berxwedanê carek din dubare dikin.”