22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-06-02 20:34:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 22 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 586.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 786 kesên din jî bi şewbê ketine û 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 165 hezar û 555 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 585.