Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin 2020-06-03 09:07:06 AMED - Civaknas Engîn Sûstam, anî ziman ku êrîşên nîjadperest û îşkenceyên tên kirin ne bûyerine munferît in, berdewamiya "Peymana Tirkîtiyê" ne û got, li Tirkiyeyê nîjadperestî wekî sûc nayê hesibandin.  Li Tirkiyeyê her diçe nîjadperestî û neteweperestî gurtir dibe. Herî dawî li Enqereyê Bariş Çakan ji ber ku stranên kurdî guhdar kiribû hatibû kuştin. Civaknas Engîn Sûstam, ev yek û şideta polîs û eskeran nirxand.    NÎJADPERESTÎ SÛC NAYÊ HESIBANDIN    Sûstam, destnîşan kir ku divê cinayeta Georges Floyd ê li Amerîkayê polîsan ew fetisand û cinayeta Bariş Çakan ê li Enqereyê hat kuştin di heman çarçoveyê de bên dîtin û got: "Lê divê ew kevneşopiya kokdar a Tirkiyeyê jî neyê jibîrkirin. Yanî wateya nîjadperestiyê tenê ne diyarbûniya nîjada celebên mirovan e, bernameyeke sîstematîk, awayekî jiyanê ya rewşa civakiyî ye jî. Vegotineke bîrdoziyî ye jî ku hin mirov xwe di ser hin mirovan re dibînin (dijarberiya spî-reş, tirk-kurd). Yanî nêzîkatiyeke ku ji heman postulayê dest pê dike, lê belê nîjadan wekî wekheviyê esas nagire, wan ji hev cuda dike... Ev feraseta han sîrateyî dewletê, civakê, jiyana me ya rojane kiriye."    Sûstam, destnîşan kir ku heqareta nîjadî, reşkirina nîjadiyî an jî cihêkarî Tirkiye jî di nav de li gelek welatên din hê jî wekî sûc nayê qebûlkirin û got, ew bi xwe jî bi rewşeke wiha re rû bi rû maye. Sûstam, got: "Sedema vê jî îqtidara heyî ye."    NE BÛYERINE MUNFERÎT IN    Sûstam ku got "Li Tirkiyeyê bi taybetî di Peymana Tirkîtiyê ya piştî qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an de hat çêkirin, nîjadperetiya tirk qewî kiriye" destnîşan kir ku nîjadperestî hem veguheriye rewşeke ku dewlet bi awayekî sîstematîk dike û hem jî veguheriye siyaseteke sîstematîk ku di civakê de beramberiya wê heye.    Sûstam, anî ziman ku nîjadperestiya tirk nîjadperestiyeke kokdar e û "xerca sereke" ya Tirkiyeyê ye û got: "Îşkenceya li emniyeta Amedê, li Enqereyê kuştina Bariş Çakan qethiyen ne bûyerine munferît in. Ne hêrsa welatiyên ji rêzê ye. Di cînayeta Hrant Dînk de nîjadperestî nifşên ciwan li dor bîrdoziya nefretê birêxistin kir û veguherand amûreke şidetê. Lewma em nikarin van meseleyan derî faşîzm û kedxwariya bi salan binrixînin. Yanî ev rewş berdewamiya peymana tirkîtî û sûnîtiya ku ji sala 1915'an heya niha didome bi xwe ye. Ji ber vê ye ku li Tirkiyeyê heya niha kes bi awayekî aşkere bi nîjadperestiyê re hevrû nebûye."    MA / Cahît Ozbek