Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin 2020-06-03 09:34:27 SILÊMANÎ – Li gel ku hejmara peşmergeryên li Zînî Wertê hatibûn bicihkirin, hatin kêmkirin jî bi temamî nehatin vekişandin. Hat hînbûn ku biryara YNK’ê ya vekişandina pêşmêrgeyan ji aliyê PDK’ê ve nehatiye qebûlkirin. Bicihkirina pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li qada Zînî Wertê ya Herêma Federa ya Kurdistanê, cihgirtina xwe ya di rojevê de didomîne. Pêşmergyên ku bi hinceta vîrûsa koronayê li herêmê hatibûn bicihkirin, li gel bertekên hunermend, ronakbir, nivîskar, partî, rêxistinên sivîl û gelê herêmê yê kurd jî bi temamî nehatin vekişandin.   HEJMARA PÊŞMERGEYAN HAT KÊMKIRIN   Pêşmergeyên k udi meha gulanê de li herêmê hatibûn bicihkirin, beşeke wan ji qadê hatin vekişandin. Lê hêzeke ku ji 30-40 pêşmêrgeyên Hêzên Bejahî yên Lîwaya 7’emîn ku pêşmergeyên KDP û Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî di nav de cih digirin, hê jî li qadê ne. Çekên giran ên ku li Qendîl û Karoxa herêmê hatibûn bicihkirin jî hatin vekişandin. Dîsa weke berê hêzên YNK’ê mayîna xwe ya li herêmê didomînin.   PÊŞMÊRGE GÊRÎDAYÎ PDK’Ê NE   Li gorî agahiyan, di civîna dawîn a Polîtburoya YNK’ê de biryar hatiye dayîn ku hêzên ku mane jî ji Zînî Wertê bên vekişandin. Biryar ji berpirsyarên pêşmêrgeyan re jî hatiye ragihandin. Lê berpirsyarê girêdayî Wezareta Pêşmêrgeyan, ji YNK’ê re ragihandiye ku dê hêzên xwe yên mayîn ji Zînî Wertê venekişînin û gotiye ku fermana vê yekê jî li şûna wezaretê ji KDP’ê girtine.   MA / Erdogan Altan