Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên 2020-06-03 11:55:41 GIRÊ SPÎ - Rêya M4 ya navneteweyî, piştî Tirkiye ligel TSK'ê û SMO ketin Gire Spî û Serêkaniyê, li çûn û hatina maşîneyan hatibû girtin. Rêya M4 a navbera Til Temir û Eyn Îsa ku rûs ewlehiya wê distînin li çûn û hatina maşîneyan hat vekirin.    Tirkiye bi komên SMO û TSK'ê di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi tang, top, balafirên şer sînor derbas kirin û ketin axa Serêkaniyê û Girê Spî.  Ji roja ku Tirkiye ket axa Serêkaniyê û Girê Spî heta niha rêya navneteweyî ya M4 li çûn û hatina maşîneyan hat girtin. Rêya M4 ku 8 mehin ji çûn û hatina maşîneyan re hatibû girtin hat vekirin. Piştî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ket destê komên çekdar ên bi pere yên girêdayî Tirkiyeyê, bê navber êrîşî rêya M4'an dikir. TSK û OSO bi êrîşan destûr nedida ku maşîne di rêya M4 a navbera Til Temir û Eyn Îsa re biçin û bên. Piştî bi karwana Rûsya rê li trafîkê hat vekirin, Ajansa Mezopotamya (MA) jî tev li karwanê bû û geşedanên li herêmê yên di navbera Til Temir û Eyn Îsa ku ji Helebê heta Şamê dirêj dibe kişandin.    RÊ JI SIVÎLAN RE VEBÛ     Li ser Beşa Rê ya ji Til Temirê heta Gundê Alyayê, hêzên DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) radiwestin. Piştî wê li Başurê rêya M4 jî hêzên Sûriye û Rûsya yên piştî êrîşên Tirkiye hatin herêmê lê bi cih bûne. Li bakurê rê jî di destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ye. Rêya ku heta niha di kontrola SMO  de bû, û li sivîlan hatibû girtin, piştî karwana Rûs ji sivîlan re hat vekirin.    NIHA KONTROL KET DESTÊ RÛSAN'     Rûsya bi maşîneyên zirxî piştgirî da karwanê û ji her 2 kilometreyan carekê nokteyek kontrolê ava kirin. Cihê herî zêde balê dikişîne jî Gundê Alya, Qanterî û Mişerfa ye. Li van herêman maşîneyên zirxî yên Rûs jî lê bi cih bûne.    HÊZÊN RÛS JÎ LI GEL KARWANAN SIVÎL DIÇIN Û TÊN       Hêzên Rûsyayê jî ligel karwanên sivîl diçin û tên. Karwanên sivîl rojê du caran diçin û tên. Sivîl bi karwanî diçin û tên û hêzên rûs jî li gel wan diçin û tên. Lê rêya ku komên çekdar ên Tirkiye nêzî wê ne, talûkeyek mezin li pêş rêwîtiya karwanan e. Welatiyên herêmê fikarên xwe anîn ziman û xwestin ewlehiya rê ji aliyê hêzên girêdayî Sûriyeya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ya Demokrtaîk ve bê parastin.    Welatiyên herêmê bi fikar in. Welatiyên di rêya ku ji Til Temir dest pê dike heta Eyn îsa û ji 150 kilometreyî pêk tê bi fikar nêzîk dibin. Welatî bi fikar nêzîkî hêzên Rusya, Rejim, Tuirkiye û SMO yên li dora rê bi cih bûne, dibin. Gelê herêmê diyar dikin ku her tim rastî êrîşên SMO û Tirkiye tên û Rusya û Rejîm ji bo parastina gelê herêmê sozên xwe binpê kirine.    Rêwîtî 3 saetan didome û kesên bi karwanê dikevin rêwîtiya 150 kîlometreyî bi fikara ku MSO û Tirkiye êrîş bikin tev digerin.    MA / Nazım Daştan