Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir 2020-06-03 13:08:10   KOBANÊ - Hikumeta Tirkiyeyê ava çemê Firatê ku diherike Sûriyeyê kêm kir û para Sûriyeyê qut kir. Çotkarên ku bi ava Çemê Firatê avdaniya çandiniyê dikin jî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne.    Mudirê Giştî yê Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendavên Sûriyê ye Mihemed Tarbûş, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mihemed Tarbûş, diyar kir ku heger Tirkiye kêmkirina asta ava çemê Firatê bidomîne, dê havîna îsal li herêmê dijwar be û gelek zehmetî derkevin. Tarbûş, anî ziman ku Tirkiyê ava Firatê wekî çekê li dijî Sûriyan bikar tîne. Tarbûş da zanîn ku qutkirina avê, dibe sedem ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî nikaribin ava vexwarinê peyda bikin. Dîsa ji ber kêmbûna saetên kehrebe (Ceyran) dibe sedem ku çotkar nikaribin zeviyên xwe av bidin. Li gorî peymana sala 1987'an a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de divê Tirkiyê av bi rêjeya 500 mître kabik di her saniyekê de bide Sûriyê û para Iraqê jî ji sedî 60 ji wê miqdarê ye. Lê ev rêje niha di navbera 150 heya 200 mître kabik de di her saniyekê de maye.   Tarbûş anî ziman : "Niha kehrebe bi rêya ava golan derdixînin. Ji ber ku miqdara avê ya ku Tirkiyê diherikîne kêm e. Lê ev pirsgirêk di pêşeroja nêz de li ser bedena bendavê xeter e. Her wiha mijara peydakirina kehrebeyê di du mehên bê de."   Rêxistina "Human Rights Watch" raporek weşand û tê de behsa paşguhkirina desthilatên Tirkiyê di peydakirina avê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir. Li gel belavbûna pandemiya Koronayê li cîhanê, ev pirsgirêk li ser jiyana şêniyan xeter e. Li Tirkiyê 6 bendav ava çemê Firatê li paş xwe digirin beriya ku derbasî Sûriyê bibe. Di nav de duyemîn mezintirîn bendavên Rojhilata Navîn Bendava Ataturk a ku 48 milyar mître kabib av li paş xwe depo dike.