Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2020-06-03 15:11:52   MÊRDÎN - Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê yê AKP'î Mehmet Abdîoglu, li pêşiya kesên ku li wan îxbar kiribû feq veda. Kesên çûn qereqolê îfade dan rastî êrîşa Abdîoglu hatin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li Gundê Bîrabokê yê Navçeya Qoserê, di navbera malbatên Abdîoglu yên AKPî û malbata Karaboga de niqaş derket. Piştî niqaşê Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê yê AKP'î Mehmet Abdîoglu, çû Qereqola Cendirmeyan û li malbata Karaboga gilî kir. Li ser gilî fermandariya Cendirmeyan a Qereqolê bang li Abdulkerim Karaboga (20) û Şahin Karaboga (22) kir ku biçin îfade bidin. Dema bira Şahîn û Abdulkerîm Karaboga çûn qereqolê Mehmet Abdîoglu feq- li pêş ciwanan danî û bi çekan êrîşî wan kir. Abdîoglu bi çekan êrîşî herdu birayan kir û herdu bira bi giranî birîndar kirin. Piştî êrîşê Abdülkerim Karaboga ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahin Karaboga jî rakirin nexweşxaneyê û emeliyat kirin.    Hat diyar kirin ku rewşa Şahin Karaboga jî giran e. Têkildarî bûyerê der barê Abdioglu de lêgerîn û lêpirsîn dan destpêkirin.