Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye 2020-06-03 15:49:11   ŞIRNEX  - Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tundiya ku ser jinan û rêxistinên jinan zêde dibe ji Şirnexê bang kirin û gotin: “Eger hûn zulmê bikin em ê jî bi berxewdanê bersîv bidin."    Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tundiya ku ser jinan û rêxistinên jinan zêde dibe, li Şirnexê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê di ketina bajar de li qada Mesireyê kom bûn û dowîzên "Em jin dê carek din kêm nebin", "Qetilkirina jinan polîtîk e" rakirin û "Zincîra Xemrî" ava kirin.  Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, li vir daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê saziyên jinan kêm in û wiha got: "Li gel ku li Tirkiyeyê saziyên jinan kêm in, gelek saziyên jinan jî hatin girtin. Yek ji rêxistinên jinak ku ji bo mafê jinan biparêze û ji bo pirsgirêkên jinan çareseriyê bike Komeleya Jinan Rosa ye. Komeleya Jinan a Rosa li herêmê yekane rêxistina jinan e. Êrîşên li dijî jinan ne tesadufî ye. Jinên ku rê li pêş tundiya jinê digirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û girtin. Dema rêxistinên bi KHK'ê hatin girtin jî endam û rêveberên wan ên jin hatin binçavkirin û girtin. Bi vê yekê dixwazin jinan bêdeng û bê hêz bikin."    EM BÊDENG NAMÎNIN          Îmîr, da zanîn ku ew li dijî êrîş û zulmê bêdeng namînin û wiha got: "Eger hûn zulmê bikin, em jî dê bi berxwedanê bersîvê bidin. Em li dijî kuştin, binçavkirin û girtina jinan bêdeng namînin. Rê li pêş jinê negirin. Me hêrs nekin."    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.