Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî 2020-06-03 15:50:00   ENQERE – Serokê Şaxa ÇHD’ê yê Enqereyê Mûrat Yilmaz, têkildarî rojiya mirinê ya parêzerên endamê wan Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal daxuyaniyek da û banga berdana wan kir. Yilmaz, da zanîn ku ji gelek weletan 365 parêzer dê ji bo Tîmtîk û Unsal daxwazname bidine Dadgeha Bilind.   Parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqa Civakî, Piştevaniya Hiqûqnasan, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û Tekoşîna ji bo Edaletê, li Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê, derbarê pêvajoya darizandina parêzeran de civîneke çapameniyê li dar xistin.   DAXWAZ DIKIN BÊN BERDAN   Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enqereyê Mûrat Yilmaz, bi bîr xist ku parêzerên endamên wan Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal, çalakiya xwe greva birçîbûnê ku ji bo xwe û muwekîlên xwe bi daxwaza “darizandina adîlane” dabûne destpêkirin, di 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de wergerandine rojiya mirinê û wiha got: “Em weke pêwistiya berpirsyariya berevantiya maf, daxwaz dikin ku mafê darizandina adîlane pêk were û muwekîlên me yên girtî hemû demildest bên berdan.”   365 PARÊZERÊN BIYANÎ DAXWAZA DARIZANDINA ADÎLANE DIKIN   Di berdewamê de Yilmaz, agahî da ku ji welatên mîna Amerîka, Almanya, Avûstûrya, Belçîka, Benîn, Bûlgaristan, Komara Kongoyê ya Demokratîk, Fransa, Haîtî, Hîndistan, Hollanda, Îngilistan, Îspanya, Swêd, Îtalya, Japonya, Katalonya, Lubnan, Polonya, Romanya û Togoyê 365 parêzer dê ji bo darizandina adîlane û berdana muwekîlên wan Tîmtîk û Unsal daxwazname bidine Dadgeha Bilind.