Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin 2020-06-04 07:35:49   AMED - Li Navçeya Çinarê ya Amedê 2 malbatan ji bo zeviyê şer kirin. Malbatan di şerê bi çek de 3 kes ji hev kuştin û 11 kes jî birîndar kirin.    Li Taxa Fatîhê ya Navçeya Çinarê ya Amedê 2 malbatan ji bo zeviyan şer kirin. Di şerê bi çekdarî de Hulya K., Mehmet K. û Nurî K. jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jê giran 11 kes jî birîndar bûn. Maşîna ku kesên birîndar birin nexweşxaneyê, di rêde qulipî. Piştre yekîneyên tenduristiyê hatin birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Têkildarî şer lêpirsîn hat destpekirin.