'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn' 2020-06-04 09:03:02 AMED - Hevserokê HDP'a Navçeya Licê Yûsûf Peker êrîşên goristanan şermezar kir û anî ziman ku êrîş tarzê Mûaviye û Yezîd e û got: “Ji bo çand, ziman û gelê Kurt tune bikin, êrîşî goran dikin. Di 2015'an de jî mizgeft xera kiribûn."  Bertek û nerazibûnên gelê Kurd ên li dijî êrîşên gor û goristanan didome. Hevserokê HDP’ê yê Licê Yûsûf Peker êrîşên li dijî goristanan şermezar kir û got: "Di 22'ê Gulanê de me çû goristan ziyaret kir. Em rastî rewşek awarte hatin. Hemû gor şikandibûn. Kesên êrîş dikin kevnoşopî, ol û mirovî nas nakin. Kesên fermana xerakirinê didin dê çawa û bi çi rûyî bêjin em rêveberên we nin. Ji bo neyartiyê wisa dikin. Pîvan tune. Êrîşa li dijî goristanan tarzê Mûaviye û Yezîd e. Êrîşî kesên ku serhildêr dikin. Dixwazin wan tune bikin û bikin koleyên xwe. Di serdema Mûaviye de xwestin gel li hemberî Yezîd îteat bike û Kabe dagir û xera kirin. Îro heman tişt dubare dibe."    ‘DI 2015'AN DE MIZGEFT XERA KIRIN'    Peker, bal kişand ser êrîşên li Wan, Mûş, Farqîn, Geverê jî û got: “Cara ewil di sala 2015’an de êrîşî Goristana Gundê Sîsê kirin. Wê demê mizgeft xera kirin. Dilê wan rehet nebû dîsa çûn kevirên derdorê goran û kêlên wan şikandine. Ev li dijî mirovahiyê ye. Dixwazin mirovan bitirsînin û bi xwe ve girêbidin. Hîtler êrîşî cuhûyan dikir, ew ji êrîşî goristanan dikin. Sinc û pîvan nemaye."    'DIXWAZIN BI DESTÊ MALATAN GORAN XERA BIKIN'   Peker, destnîşan kir ku bi armanca mirov ji çand û nirxên xwe dûr bixin êrîş dikin û wiha berdewam kir: "Pergal dixwazin mirovan bi tunekirina ziman û çandê winda bike. Dema çand û zimanê winda bû, gel jî diqede. Ji ber wê xwedî derketina goristan û nirxan çandeke pîroz e. Mirovî û civakî ye. Ji bo Kurdan biqedînin êrîş dikin. Dewlet hewl bide malbat bi destê xwe gorên zarokên xwe bişkînin. Ev polîta şerê taybet e. Malbatan perçe dikin û tînin dijî hev. Divê her kes li goristanan xwedî derkevin. Ev rewşek awarte ye. Divê her kes li goristanan xwedî derkevin û biparêzin. Goristan rûmeta me ne divê me rûmeta xwe biparêzin.      Malbat û rêveberên HDP'ê di 22'ê Gulanê de çûbûn Goristana Sîsê û dîtibûn ku hemû gor hatine rûxandin û goristan rastî êrîşê hatiye.