Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin 2020-06-04 10:00:35 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike, ji 2011'an heta niha 962 caran serî li dozgeriyê dan, lê tenê 5 caran daxwaza wan hat qebûlkirin û hevdîtin kirin. Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica, diyar kir ku pergala tecrîda Îmraliyê maf û azadiyan nas nake û ev îhlala binpêkirinê her ku diçe zêde didome. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî bi destên hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji mafê xwe yê telefon, name, ziyareta malbat, parêzeran û ragihandinê bêpar tê hiştin. Ocalan 21 salin di tecrîda girankirî de girtî ye. Ji bo Ocalan di 25'ê Sibata 1999'an de li Girava Îmraliyê dadgehek taybet avakirin. Darizandina Ocalan ku wekî "Doza Sedsalê" hat pênasekirin, di 31'ê Gulanê de dest pê kir û di 29'ê Hezîrana 1999'an bi dawî bû. Dadgehê cezayê muebeta giran li Ocalan birî.      LI GIRTÎGEHÊ PÊKANÎNÊN TAYBET      Li diji Ocalan hiqûqek taybet û zagonek taybet xistin meriyetê. Ocalan 24 saetan li girtîgehê bi kamerayê hat şopandin. Dîsa mafê ji bo girtiyên siyasî yên din dihat dayîn nedan Ocalan. Mafê hewşê, mafê ziyareta malbatan, mafê rojname, televîzyon û mafê ziyaretvanan hat sînorkirin û astengkirin. Mafê ku di zagonan de heye nedan Ocalan û Ocalan ji mafê zagonî û hiqûqî bêpar hiştin. Mafê radyo, televîzyon, rojname, ziyaretên malbat û parêzeran asteng kirin. Tenê radyoya ku TRT dikişîne dan Ocalan. Kovar û rojnaeyên ku dan Ocalan jî sansur kirin û danê. Li gorî zagonan Ocalan xwedî maf e ku her hefte bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Lê ev mafê wî ji destê wî hat girtin. Di sala 1999'an de Parêzer 60 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di sala 2000'an de tenê 37, di sala 2001'an de tenê 40, di sala 2002'an de tenê 35, di sala 2003'an de 21, di sala 2004'an de 25, di sala 2005'an de 14, di sala 2006'an de tenê dîsa li şûna 52 caran hevdîtin bike tenê 22 caran parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.     3 CARAN CEZAYÊ HUCREYÊ LI OCALAN BIRÎN   Di sala 2007'an de xwestin Ocalan jahrînî bikin. Disa 3 caran cezayê Hucreyê li Ocalan birîn. Parezer û malbat 22 hefteyan li ser hev nebirin grava Îmraliyê. Bi hinceta muxalefeta hewayê heye destûr nedan ku parêzer û malbat biçin îmraliyê.    PARÊ WÎ JÊKIRIN   Di Tîrmeha 2008’an bi awayekî fîzîkî mudawxaleyî Ocalan kirin. Bêyî daxwaza wî porê wî ji kokê ve jêkirin. Ocalan diyar kir ku dewlet bi vê yekê peyama ‘Em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin. Du 24 saetan di kontrola me de ye' didin wî. Di Cotmeha 2008'an de dîsa Ocalan li erdê dirêj kirin û îşkence lê kirin. Li dijî vê yekê bertekên gelê Kurd zêde bûn. Bi hezaran welatiyan jî porê xwe ji kok ve jêkir û bertekên xwe li kolanan anîn der.    HUCREYA WÎ BÊTIR TENG KIRIN   Di heman salê de hucreya Ocalan guhertin û xistin hucreyek biçûktir. Ocalan ev yek wekî ‘tecrîda di tecrîdê de' pênase kir. Rêxistin û saziyên demokratîk li dijî vê yekê bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman.    PIŞTÎ 27'Ê TÎRMEHÊ HEVDÎTIN BI TEVAHÎ QUT KIRIN   Ji sala 2008'an heta 27'ê Tîrmeha 2011'an gelek serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Hevdîtina parêzeran di navbera 2008-2011'an de bi sînor hat kirin. Lê piştî 27'e Tirmeha 2011'an hevdîtina parêzeran bi temami qut kirin. Dîsa hinceta muxalefeta hewa, xerabûna keştiyê nîşan dan. Parêzer 8 salan li ser hev rastî astengiya rayedaran hat û 8 salan nekarîbûn biçin Îmraliyê. Heta 2017'an parêzeran 618 caran serî li dozgeriyê dan. Lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Parêzeran di navbera 2017 û 2018'an de 202 caran serlêdan kirin. Lê vê carê jî bi hiceta cezayê dîsîplînê dane Ocalan serlêdanên parêzeran red kirin. Hinceta dîsîplînê jî spartin hevdîtinên di navbera 2007 û 2010'an ên bi parêzeran re kiriye.    HEVDÎTINA PIŞTÎ 8 SALAN   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 7’ê mijdara 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva Guven di demeke kurt li tevahiya girtîgehan û derveyî welat belav bû. Greva ku bi hezaran girtî ketine 200 rojan berdewam kir. Di 8’ê gulana 2019’an de ku greva didomiye, Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn bi parêzerên xwe hevdîtin pêk anî. Di 22’ê gulanê de Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtina duyemîn pêk anî û bang kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li ser vê bangê çalakiya grevê bi dawî bû.   SERLÊDAN BÊBERSIV MAN   Piştî bidawîbûna çalakiya greve, parêzer di 12 û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de dîsa bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştre dîsa deriyên Îmraliyê li parêzeran hatin girtin. Di sala 2019’an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan tenê 5 jê hatin qebûlkirin û 67 serlêdan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin. Ji serlêdanan 32 jê jî hatin redkirin. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2020’an de jî 38 serlêdanan hatine kirin. Van serlêdanan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin.   SARICA: HIQÛQ PÊK NAYÊ   Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica ku parêzeriya Ocalan dike, diyar kir ku demeke dirêj e ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiva serlêdanên wan nayê dayîn û wiha got: “Ev rewş ji nediyarbûnê wêdetir wateya wê ya redkirinê heye. Pergala tecrîdê ku bi taybetî li ser Birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, bi hemû giraniya xwe ya nenaskirin, tune hesibandin û binpêkirina mafên bingehin û azadiyê didomîne. Statîkên hevdîtinê yên derbarê serlêdan û ziyaretên parêzeran, bêyî şîrove derdixin holê ku pîşeya parêzeriyê ya di bin parastina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî de çawa li derve tê hiştin.”   ‘PERGALEKE HIQÛQÊ YA MEŞRÛ TUNEYE’   Sarica, da zanîn ku li Îmraliyê pîşeya parêzeriyê bi pergalî ji 2 aliyan ve tê astengkirin û ev tişt got: “Yek jê ji aliyê fizîkî ve hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din re ya li ser mafê wan tê astengkirin. Yek jê jî bêyî ku lê bê nêrin hemû serlêdanên îdarî û darazî bi vîneke navendî tên redkirin. Ya yekemîn meqamên îdarî ya duyemîn jî meqamên darazî pêk tînin.” Di berdewamê de Sarica, destnîşan lir ku van hemû tiştan di raporên xwe yên salane yên derbarê azadî û mafan de parve dikin û wiha pêde çû: “Bingeha her dû astengiyan jî bandoreke berjêrtir a astengkirina pergala Destûra Bingehîn a çavkaniya bingehîn a meşrutiya hiqûqî ya gihandina Îmraliyê ye. Pergaleke hiqûqî ya meşru, derbasdar, kêrhatî, gihîştbar ku muwekîl xwe bigihînin tuneye.” Her dawî Sarican ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Li şûna pergaleke keyfî ya dijberî civakê ku xwe dispêrê zorê, rêya qalkirina hiqûqa civakê, ne tevgerandina li gorî pergala tecrîda civakê ye, gihandina civakê ya feraseta ku xwe dispêre azadî û mafên bingehîne.”   MA / Sadiye Eser