Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin 2020-06-04 10:12:15 MÊRDÎN - Li Navçeya Dêrikê 7 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirina 7 kesan 4 rojên din dirêj kirin.    Eskeran li Gundê Şêba Jêr, di 31'ê Adarê de bi ser gelek malbatan de girtibûn û 9 welatî binçavkiribûn. 2 welatî duh serbest hatin berdan. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, 7 kesên der barê dosya wan de biryara "Veşartî" danî, pêvajoya binçavkirinê 4 rojêndin dirêj kir. Parêzeran diyar kirin ku bi hinceta der barê dosyayê de biryara "veşartinê" heye nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê, lê bi medya îqtîdarê re parve dikin. Hat hînbûn ku lêpirsîna der barê 7 kesan de berdewama dosyaya 2019'an de ye.    Berê jî welatî Bedrettin Ozge, Halil Bergin, Aydin Ozdurak û Nezir Demir, piştî şerê di 17'ê Kanûna 2019’an de hatibun binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn. Hat hînbûn ku Mahmut Temel, İbrahim Temel û M. Nezir Demlî jî di 21'ê Cotmeha 2019’an de hatibûn binçvkirin û rastî îşkenceyê hatibûn. Li gel wan kalê 70 salî Yusuf Temel jî di 31'ê Cotmeha 2019’an de hatibû binçavkirin û girtin.