Komên çekdar bav û 3 kur kuştin 2020-06-04 13:39:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Îslah ê bajaroka Gulale ya Xaneqînê, komên çekdar êrîşî malbatekê kirin. Di êrîşê de bav û 3 kurên wî kuştin.    Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, komek çekdar ku tê gotin DAIŞ'î ne, li gundê Îslah ê bajaroka Gulale ya Xaneqînê êrişî cotyarekî  kir û birîndar kir. Piştre kurên wî hewara bavê xwe çûn. Koma çete hersê bira gulebaran kirin û hersê birayan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji Nexweşxaneya Giştî ya Bajaroka Gulele hatine wergirtin di êrişê de bavê hersê birayan giran birîndar bû. Dema ku rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê wî jî jiyana xwe ji dest da. Berê jî gelek caran endamên DAIŞ'ê êrîş kiribûn.