M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin 2020-06-04 14:20:49   AMED - ÎHD, TÎHV û Baroya Amedê têkildarî îşkencekirina M.E.C.’ya li Midûriyeta Polîsan a Rezan, rapor amade kir. Endamên komisyonê diyar kirin ku M.E.C., gotiye “Cilê min ji min kirin. Tazî kirim û bi copan ez îşkence kirim. Ez dianîm asta fetisandinê û dêsa qirika min sist dikirin.    Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Nûnertiya Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Amedê têkildarî îşkencekirina M.E.C. ê li Midûriyeta Polîsan a Rezan a Amedê rapor amade kirin. Komîsyona rêxistinên mafên mirovan li salona Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê rapor aşkere kir. Li ser navê komîsyonê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kirin ku parêzeran heta 8 saetan nekarîbû bi M.E.C. re hevdîtin bikin û wiha got: "Parêzer di 31'ê Gulanê de ji bo bi M.E.C. re hevdîtin bikin hatin astengkirin. Parêzer li dijî hiqûqê hatin astengkirin. Parêzer 8 saetan bi keyfî hatin astengkirin û nekaribûn bi M.E.C. re hevdîtin bikin. Vê carê jî bi şertên ku parêzer telefonên xwe li derve bihêlin destûr daye ku parêzer hevdîtinê bikin.    BÊ NAVBER ÎŞKENCE KIRIN               Aydin, anî ziman ku M.E.C. agahî dan parêzeran û serpêhatiyên xwe wiha anîne ziman: "Beriya ez di 31'ê Gulanê saet di 10.30'an de bême girtin, min nizanîbû kesê ku birîndar bûye miriye an nemiriye. Min nizanibû ew kes polîs e ya na. Piştî ez teslîm bûn, 5 deqîqe şûnde yekîneyek hat. Ez birim qereqola li pişt Oryilê. Di vê navberê de bê navber li min xistin. Îşkence kirin. Piştre ez ji Qereqola Oryilê birim asayişê. Li vir jî îşkence kirin û muameleya xerab kirin. Heta ez anîm Amîriya Buroya Cînayetan a Şaxa Asayişê li min xistin. Hemû kesan çêr ji dayika min, xwişka min û xizmên min re kirin.    BI COPAN ÎŞKENCE KIRIN   Piştî ez hatim binçavkirin, 4-5 saetan destê min li pişt min kelepçe kirin. Destê min li pişt min kelepçekirin û îşkence li min kirin. Ez tazî kirim û bi copan işkence kirin. Destê xwe dixistin qirima min û dixwestin min bifetisînin. Hindik dima ez bifetisim dîsa qirika min sist dikirin. Dema îşkence dikirin çavê min digirtin. Beriya ez di 31.05.2020'an de îfadeyê bidim 15-20 deqiqe berê bijîşk hat ez muayine kirim. Dema bijîşk ez muayine kirim, polîsek li ser serê min û bijîşk sekinîbû."     Serokê Baroya  Amedê Aydin, anî ziman ku polîs ji bo M.E.C. bigirin bi ser malbata Şeyhmus û Menice de jî girtin û wiha got: “Sûcê îşkenceya di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de teqez hatiye qedexekirin. Di mînaka dawî de jî hat dîtin ku li dijî vê qedexeyê tev geriya ne. Di demên dawî de bi taybetî li Amedê polîs bêyî ku li deriyan bidin deriyan dişkînin û dikevin malan. Ev li dijî hemû fermê malê îşkence ye. Parêzer û parazvanên mafên mirovan ên vê rewşê dişopînin, rastî astengiyan tên û destûr nadin xwe bigînin agahiyan. Li gorî komîsyonê tespît kiriye, kesê hatiye binçavkirin, ji kêliya hatiye binçavkirin heta derxistine îfadeyê bi rêk û pêk îşkence lê hatiye kirin. Di hevdîtina ku bi şexs re hat kirin, hat dîtin ku ji gelek aliyê bedena xwe ve rastî lêdanê hatiye û cermê canê wî reş û şîn bûye. Di çapemeniyê de jî hat dîtin ku destê wî li pişt wî hatiye kelepçekirin. Li mala ku M.E.C. lê dima, bi ser malên cîranan de girtine û deriyê malan şikandine. Polîsan li şêniyên malan îşkence kirine. Di serdegirtina malan de welatî û şêniyên derdorê tirsandine."       Aydin, herî dawî xwest kesên faîlên sûc bên darizandin û cezakirin.