Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin 2020-06-04 14:43:57 STENBOL – Rêxistinên elewiyan tundiya polîs û notirvanan şermezar kirin û gotin sedema bingehîn a tundiyê bêedaletî û bêhiqûqî ye. Konfedarasyona Yekîtiya Eleweyên Ewropa, Federasyona Bektaşî ya Elewiyan, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Veqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadolê, Komeleyên Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk têkildarî tundiya polîs û notirvanan ên demên dawî zêde bûne daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin sedemê esasî yê tundiya zêde bûye bêedaletî û bêhiqûqî ye û ji bo aştiya civakî pêk were divê ewilî ewlehiya welatiyan û azadî û rûmeta wî were parastin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heke ev xal pêk werin dê welatî xwe di ewlehiyê de hîs bikin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêdiviya ji bo çareseriyên adilane her roj zêde dibe û lê nediyarî jî zêde dibe û ferdên civakê di nava pevçûnek cidî de de ye civak bi cudakarî û bêedaletî rûbirû ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo aştî û biratiyê rêveberiya edaletî şert e. Di daxuyaniyê de hat gotin baweriya bi hiqûq û darazê nemaye û aştiya civakî ber bi xetereyê ve diçe û pratika daraza ku bûye siyasî derdikeve holê, daraz di ben fermana siyasetê de birêve diçe Di daxuyaniyê de banga mîsogeriya maf û daxwazên elewiyan hat kirin û ji bo darizandinek adilane bêalî pêk were ew Daraz û Wezareta Dadê vedixwînin wezîfeyê.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew dixwazin rayedarên dewletê û Wezareta Dadê demildest guh bidin daxwazên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne.