Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin 2020-06-05 08:24:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir giştînameyek parve kir û diyar kir ku dê ji ber vîrûsa corona li 15 bajaran di dawiya hefteyê de qedexeya derketina derve îlan bike.    Wezareta Karên Hundir, giştînameyek parve kir û diyar kir ku bi sedema vîrûsa corona di dawiya hefteyê de li 15 bajaran qedexeya derketina derve îlan dikin. Wezaretê di giştînameyê de diyar kir ku ji 5'ê Hezîranê saet 24.00'an heta  7'ê Hezîranê saet 24.00'a li Enqere, Balikesir, Bursa, Eskişehir, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kayseri, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Wan û Zonguldakê qedexeyê îlan dikin.