Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir 2020-06-05 09:06:24 AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê rûniştine, êrîşî welatiyên ku tên partiyê dikin. Yek ji van kesan jî Celîl Begdaş e. Begdaş ê li ber partiyê rûnişt di Şaredariya Rezanê de kar danê. Lê mesaiya wî ew e ku kî bê partiyê an jî ji partiyê derkeve êrîşî wan dike.    Wezareta Karên Navxweyî bi komeke taybet hin kes qaneh kirine û wan danîne ber avahiya HDP'a Amedê. Lê belê ev kesên li ber partiyê rûniştine, êrîşî welatî û rojnamevanên tên partiyê dikin.   Ji van kesên ku derpêş dikin "bi zorê zarokên wan birine çiyê", ên ji derveyî bajêr hatibûn piranî jê berê xwe dan bajarên xwe. Ên ku malên wan li Amedê ne jî her diçe êrîşkar dibin. Ev kesên her roj li gor saeteke diyarkirî berê xwe didin ber HDP'ê û çapemeniya nêzî îqtidarê ji wan re dibêje bêjin "em zarokên xwe dixwazin", êdî tim êrîşî welatî û rojnamevanan tên partiyê dikin. Herî dawî ji van kesan yek jê şûşeyeke cemedê avêt E.Y.'yê 55 salî û ji ber vê pozê E.Y. deriziye.    ÊRÎŞ DIKIN POLÎS TEMAŞE DIKIN    Êdî êrîşî van kesan bûne tiştekî rûtin û ber partiyê jî hema bêje bûye qereqola polîsan. Lê belê gava van kesên li ber partiyê rûnitşine êrîşî kesên tên partiyê dikin û heqaretê li wan dikinî polîs jî tenê temaşe dikin.    Yek ji van kesan Celîl Begdaş e ku derpêş dike HDP'iyan kurê wî Yûsûf Begdaş "revandiye û biriye çiyê". Celîl Begdaş, piştî hat ber avahiya HDP'ê rûnişt, li Şaredariya Rezanê hat bicihkirin. Lê belê hema bêje mesaiya xwe ne li şaredariyê li ber avahiya HDP'ê derbas dike. Begdaş, çêran ji jinan re dike û heqaretê li rojnamevanan dike.