Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin 2020-06-05 10:00:04 WAN – Parêzerên bertek nîşanî amadekariyên guhertina pergala baroyan da û gotin: “Dixwazin baroyên spî bidin avakirin.” Parêzeran bertek nîşanî amadekariyên AKP’ê yên ji bo guhertina pergala baroyan û odeyên pîşeyî dan û diyar kirin ku armanca sereke ew e ku dengê baroyan were birîn û muxalefete tune bike.   'JI KEVNEŞOPIYA BAROYAN DITIRSIN’   Parêzer Sertaç Çelîkkalelî yê endamê Baroya Qersê diyar kir ku parêzer azadî, maf û hiqûqê diparêz in û di oxira vê yekê de jî têdikoşin û ew ji kevneşopiyek wiha tên. Çelîkkalelî anî ziman ku kadroyên rêveberiyên baroya ji ber ku ji kevneşopiyek wiha tên û îqtîdar dixwaze baroyên alternatîf ji xwe re saz bike û dixwazin darazê bi temamî ji serbixwetiyê daxînin û li gorî xwe tevger bikin. Çelîkkalelî got îqtîdar dixwaze pîşeyek wek parêzeriyê û baro ku bejna xwe li berê bitewînin ava bike û dema ev pêk were jî dê parastin bê bandor bibe. Çelîkkale da zanîn ku pîşeya parêzeriyê di xwezaya de pîşeyek ku muxalîfiya îqtîdarê dike ye û got: “Divê bi her awayî parêzer muxalîf be.”   'DIXWAZIN BAROYÊN SPÎ AVA BIKIN’   Parêzer Kadîr Kutevî yê endamê Baroya Wanê jî destnîşan kir ku divê baro bi tu grûpên pîşeyî yên din re neyê nirxandin û got: “Îqtîdara siyasî dixwaze baroyên xwe spî û odeyên xwe spî ava bike. Di bin navê guhertina pergala hilbijartinê de rê li ber binpêkirina mafan vedike. Heke ev guhertin bikeve meriyetê wê parastin zirarek mezin bibîne. Ya herî girîng jî ew e ku mafê parastinê ye. Ev yek li dijî parastinê darbe ye. Divê parêzertî her tim xwedî ruhek muxalîf be. Ew baroyên ku bikevin xizmeta îqtîdarê û bejna xwe li ber bitewînin wê bi temamî rêgeza hiqûqa dewletê ji holê rakin.”   'DIXWAZIN BAROYÊN XWE AVA BIKIN’   Parêzer Cengîz Akdemîr ê endamê Baroya Bedlîsê jî diyar kir ku niha ew pêşnûyema îqtîdar li serê dixwebite ji aliyê parêzeran ve bêwate ye û got: “Bi vê guhertina pergala parastin û baroyan dixwazin hemû dijî derketina îqtîdarê bêdeng bikin. Baro di nava rêxistinên civakî de ya herî girîng e. Daxwaza wan tenê ew e ku baroyên li gorî xwe ava bikin.”   MA / Adnan Bîlen