‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’ 2020-06-05 10:25:21   AMED – Parêzerê malbata Yilmaz bi kuçikan îşkence li wan hat kirin Selameddîn Varol bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê da û got: “Walîtî dixwaze bi daxuyaniyan ser bûyerê binuximîne. Delîl di destê me de hene.”   Li navçeya Rezana Amedê polîsan bi tevî kuçikan ve îşkence li Şêyhmûs û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev kiribû. Bertekê li dijî vê îşkenceyê didomin. Lêpirsîna derbarê îşkenceyê de didome. Walîtiya Amedê derbarê bûyerê de daxuyaniya “kuçikan refleks nîşan daye” belav kir û ev daxuyanî wek niximandina bûyerê hat şîrovekirin. Parêzerê malbata Yilmaz, Selameddîn Varol bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê da û diyar kir ku walîtî ketiye pey parastina polîsan û di hewldana dê çawa ser bûyerê bigire de ye. Varol got: “Walîtî dixwaze bi daxuyaniyan ser bûyerê binuximîne. Lê Delîl di destê me de hene. Ev bûyerek bi zanebûn e. Refleks nîşandana kuçikê nîne. Niha jî îşkenceya ku kirine dixin stûyê kuçikê. Lê em ê dev ji şopandina bûyerê bernedin.”   MA / Aydin Atay