Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî 2020-06-05 11:51:26   ÊLIH - Zarokê bi navê Nadîr Alî yê ket Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest.    Zarokê 14 salî Nadîr Alî yê ji Sûriyeyê ji bo hînik bibe duh ket Çemê Êlihê û piştî demekê winda bû. Ekîbên hatin cihê bûyer û dest bi xebata lêgerînê kirin, serê sibê cenazeyê Alî dîtin. Cenazeyê Alî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê.