Waniyan: Ma eve vîna sindoqan? 2020-06-05 12:15:45 WAN - Waniyan, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu dan û gotin: “Ma demokrasi eve, vîna sindoqan eve?”  Waniyan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu dan û diyar kirin ku carek din vîna gel bin pê kirin. Welatiyan, dan zanîn ku AKP ji bo hebûna xwe dewam bike, tehemulê kesên dijberî xwe nake û pirsa “Ma demokrasi eve, vîna sindoqan eve?” kirin.    GELO DEMOKRASÎ Û VÎNA GEL EVE?   Tahir Aslan, diyar kir ku AKP tehemûlê kesên dijberî xwe nake û wiha axivî: “Em diçin dengên xwe didin û ji bo xwe parlamenter û hevşaredaran hildibijêrin. AKP di dema hilbijartinan de tim qala ‘demokrasî’ û ‘vîna gel dike’. Lê piştî hilbijartin bi dawî dibe qeyûman tayîn dike. Parlamenteriya hilbijêrên me betal dike. Ma demokrasi eve, vîna sindoqan eve? Sibe hilbijartinçêbe emê dîsa biçin ser sindoqan û parlamenterên xwe hilbijêrin. Ez bang  li kurdên dengên xwe didin AKP’ê dikim. Vê zilmê bibînin. Dengê xwe nedin AKP’ê.”   ‘AKP DEREWAN LI GEL DIKE’   Mehmet Kaplan jî, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya wekîlan da û wiha got: “AKP derewan li gel dike. Mîna koleyan nêzî gelê kurd dibe. Bila êdî kes baweriya xwe bi AKP’ê neyine.”   'EMÊ DÎSA DENGÊ XWE BIDIM HDP’Ê’   Reşît Sadak jî, diyar kir ku HDP jî mîna hemû partiyên din li Meclîsê siyasete dike û wiha bilêv kir: “Ev zilmek mezine. Gel di hilbijartinê de dengê xwe da HDP’ê. Parlamenterên HDP’ê ji bo gelê xwe dixebitin. Em HDP’î ne. Sibe hilbijartin çêbe, emê dîsa dengê xwe bidin HDP’ê. HDP aştî û demokrasiyê dixwaze. AKP şatiyê naxwaze û kesên aştiyê dixwaze wan dişîne girtîgehan.”    ‘ZILMA AKP’Ê BI DAWÎ NABE’   Ayhan Ertaş jî, dest nîşan kir ku gel dengê xwe dide HDP’ê û wiha bertek nîşan da: “Zilma AKP’ê bi dawî nabe.”