TJA: Leyla Guven vîna jinan e 2020-06-05 12:20:27 AMED - TJA'yê bertek nîşanî girtina 2 parlamenterên HDP'ê û parlamenterekî CHP'ê da û got: "Leyla Guven vîna me jann e. Bi sekn û têkoşîna xwe nûnera têkoşina azadiya jinê ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyekê girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu şermezar kir. TJA'yê diyar kir ku di vê pêvajoya vîrûsa corona de îqtîdara AKP-MHP'ê vîna gel tune dihesibîne û wiha got: "AKP tengav bûye. Ji bo xwe ji vê tengavê xelas bike êrîşî vîna gel dike, darbeyên siyasî dike û qeyûm tayîn dike. Dixwazin bi vê yekê civakê bê nefes bihêlin. Em dibînin ku êdî polîtîkayên wan pir lawaz bûne û ji bo xwe ji vê qeyranê rizgar bikin civakê bê nefes dihêle. Îqtîdara faşîst a AKP-MHP'ê her roja derbas dibe bêtir qeyrana aborî, civakî û siyasî kûr dike. Li şûna li çareseriyê bigere, dixwaze hêzên muxalif perçe bike û bêtesîr bike. Vê yekê jî bi binçavkirin, girtin û gefan pêş dixe. Vîna gel xezp dike. Ev xesp kiriye darbeya li dijî vîna milyonan gelê Kurd û gelên têkoşîna azadî û demokrasiyê dide.    BLOKA FAŞÎST    TJA'yê anî ziman ku polîtîkayên dijminantiyê ya bloka faşîst a li dijî gelan û jinan her ku diçe mezintir dibe û wiha lê zêde kir: "Vê bloka faşîst bi fermanê wekîltiya Hevseroka KCD'ê û HDP'ê Leyla Guven û wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu betal kir. Piştre biryara gitinê dan û şandin girtîgehê. Tevî van hemû polîtîkayên zext û tundekirinê divê bê zanîn ku dê têkoşina me bidome. Leyla Guven vîna gelê Kurd û vîna jinê ye. Îqtîdara faşîst a AKP-MHP'ê di serî de êrîşî vîna jinê û vîna milyonan gelê Kurd dike. Li aliyekî qatilê jinan serbest berdide, li aliyê din vîna gel digirin. Li aliyekî gor û goristanan xera dikin, li aliyekî cenazeyan bi PTT'ê dişînin. Bila bê zanîn ku vîna gel û vîna jinê teslîmî van êrîşan nabe. Li dijî van êrîşan serî natewîne. Leyla Guven ku temenê xwe ji bo gelê kurd û Azadiya Jinê feda kiriye, vîna gelê kurd û vîna Jinê ye. Em hevrêyê têkoşînê ya Leyla Guven carek din aşkere dikin ku, tevî hemû êrîşên me wên faşîst hûn dê dîsa têk biçin. Hûn dê qet nikaribin vîna gel û vîna jinê teslîm bigirin."    TJA, herî dawî anî ziman ku ew biryara betalkirina parlamenteran nas nakin û bang li hemû jinan û hêzên parazvanên demokrasiyê kirin ku ji bo xurtkirina demokrasiyê têkoşînê mezin bikin û bi hevre têbikoşin.