Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir 2020-06-05 12:37:41 AMED - Polîsan piştî daxuyaniya Rêxistina HDP'a ya Amedê, êrîşî girsê kir. Aloziya di nava girsê û polîsan de didome.  Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca girtina parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Musa Farisogullari û parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu, şermezar bike li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku ev darbe û dijminantiya gelan e û wiha got: "Heta niha me li dijî darbeyan serî netewand û ji niha û şûnde jî me serî natewînin. Darbekar dê biçin em ê biminin." Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girsê kir û ketin hundirê avahiya HDP'ê. Polîsan piştî êrîş kir alozî derket. Bi sedan polîs di deriyê avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û rageşî didome.