Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin 2020-06-05 13:26:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên bajarên herêmê betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP û CHP’ê şermezar kirin û gotin ew vê rewşê qebûl nakin. Parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû duh hat betalkirin û di nava çend saetan de her sê parlamenter hatin girtin. 14 baroyên bajarên herêmê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kirin û bertek nîşan dan.   'NENASKIRINA VÎNA GEL DERKETIYE ASTA JOR’   Baroyan destnîşan kir ku wan carek din şahidiya bêhiqûqiya li ser temsîliyeta demokratîk û vîna gel kiriye û gotin: “Îqtîdarê hem li herêmê û hem jî li tevahiya Tirkiyê li dijî vîna gel bi destê darazê dest bi bêhiqûqiyekê kiriye. Di encava vê operasyona nehiqûqî de qeyûm danîn ser 45 şaredariyên HDP’ê. Bi taybetî li bajarên herêmê îradeya gel ji holê hatiye rakirin û tune tê hesibandin. Bi betalkirina parlamenteriya du wekîlên herêmê re bêhiqûqî û desteserkirina vîna gel derketiye asta herî jor. Daraz di demên dawî de biryarên balkêş dide. Rêgezên hiqûqa navnetewî binpê dike. Em bi van hêncetên ku wekîliya sê parlamenteran betal kiriye qebûl nakin û em ê nikaribin qebûl bikin. Em Meclîsê vedixwînin ser rêgezên demokrasiye û hiqûqa gerdûnî û dixwazin ku li hember vîna gel bi rêz tevgierin.”   Baroyên daxuyanî dane wiha ne: Baroya Amedê, Baroya Agiriyê, Baroya Mêrdînê, Baroya Rihayê, Baroya Wanê, Baroya Êlihê, Baroya Dersimê, Baroya Semsûrê, Baroya Çewligê, Baroya Dîlokê, Baroya Mûşê, Baroya Şirnexê, Baroya Colemêrgê, Baroya Sêrtê.