Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin 2020-06-05 14:16:16   SEMSÛR – Li Semsûrê rêveberên HDP’ê, Egîtîm Senê û Komeleya Elewiyan a Demokratîk di nav de 4 kes hatin binçavkirin.   Li Semsûrê serê sibê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Semsûrê yê berê Abûzer Kuçukkelepçe, rêveberê HDP’ê yê berê Riza Açikpayam, Rêvebera Egîtîm Senê Ayşegul Yucetaş û Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Celal Demîrcî hatin binçavkirin.   Hat zanîn ku polîsan bi ser mala E.G. de girtine lê ji ber ku ne li malê bûye nehatiye binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.   Binçavkiriyan birin Miduriyeta Pîlasan a Semsûrê.