Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e 2020-06-05 14:55:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran betalkirina wekîltiya 3  parlamenterên HDP û CHP'ê û girtina wan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de betalkirin wekîltiya parlamenteran weke "darbe" hat nirxandin û gotina Leyla Guven a "berxwedan jiyane" hat bibîrxistin.   Parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû duh hatin betalkirin û di nava çend saetan de sê parlamenter jî hatin girtin. Betalkirina parlamenteriya wekîlan û girtina wan li gelek bajaran hat şermezarkirin.     MÊRDÎN    Rêxistina Mêrdînê ya HDP’ê, bi armanca şermezarkirina betalkirina parlamenteriya 3 wekîlan daxuyanî da çepemeniyê. Lê polîsan deriyê ketina avahiya partiyê girtin û daxuyanî asteng kir. HDP’iyan li ser vê yekê dirûşmeya “Zexte wê me têk nebin” berz kirin. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kûday, diyar kir ku her sê parlamenter bi dengên gel hatin hilbijartine û wiha bertek nîşan da: “Em dixwazin mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û daxuyanî bidin.” Lê polîsan dîsa destûr nedan ku HDP’î daxuyanî bidin.   Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê jî, li avahiya partiyê daxuyanî da. HDP’iyan, bertek nîşanî girtin û betalkirin parlamenteriya wekîlan dan û şermezar kirin.    ŞIRNEX    Li Şirnexê jî bi heman armancê, li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê teslîmê darbê darbekaran” hat vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, hevşaredar, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Ozguneş, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi betalkirina parlamenteriya hevalên me darbe kirin. Emê li dijî van darbeyan dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me wê heya dawiyê dewam bike. Me tu carî serê xwe ne tewand, çokên xwe ne danîn erdê û emê nedanin erdê.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Berxwedan Jiyane” û “Leyla Guven rûmeta me ye” hatin berz kirin.   EDENE    Rêxistina HDP’ê ya Edenê jî, li Parka Abîdîn Dîno, çalakî li dar xist û girtina parlamenteran şermezar kir. Hêzên Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di çalakiyê de bal kişand ser betalkirina parlamenteriya wekîlên xwe û wiha bertek nîşan da: “Bi awayekê bêhiqûq wekîltiya 3 parlamenteran betal kirin. Êdî faşîzm gehiştiye asta herî jor. Ew çi jî bikin, binkeftina wan nêz bûye.    Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê jî, bi heman armancê daxuyanî da û betalkirina wekîltiya parlamenteran şermezar kir.   MÊRSÎN   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî, li Şaxa Genel-Îş Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê û xespkirina vîna gel şermezar kir.    ÎSKENDERÛN   HDP’a Îskenderûnê jî, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û betelkirina wekîlatiya parlamenteran şermezar kir. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, daxuyanî da û wiha bertek nîşan da: “Emê li dijî vê xespa vînê bêdeng nemînin. Em bang  li bloka faşist a AKP û MHP’ê dikin. Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî emîn û bi vîna gel hatine hilbijartin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye”   ANTALYA   Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî li avahiya xwe daxunî da û betalkirina wekîltiya parlamenteran şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ ya Antalyayê Mûhsîn Taşan, bertek nîşan da û diyar kir ku ewê li dijî xespa vîna gel têkoşîna xwe dewam bikin.   Li bajarên weke Riha, Dîlok, Semsûr, Manîsa, Denîzli, Mugla, Aydin, Êlih, Stenbol, Çanakkale û Sêrtê jî daxuyaniyên cur bi cur hatin dayîn, bertek û hirsa li dijî betelkirina wekîltiya parlamenteran mezin bû.