Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-06-05 15:00:02   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.