Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê 2020-06-05 19:34:37     AMED - Ji bo kesên ku di êrîşa bombeyî ya li mitînga 5’ê Hezîrana 2015’an a HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.   Rêxistina HDP’ê ya Amedê û Înîsiyatifa Malbatên 5’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê kesên ku di êrîşa DAIŞ'ê ya li mîtînga “Mirovahiya Mezin” a di 5’ê Hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endam û rêveberên DBP, ESP, MEBYA-DER, OHD, TJA, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û brîndar bûbûn beşdar bûn.   ‘NIKARIN HÊVIYÊN ME YÊN AZADIYÊ BIQEDÎNIN’   Destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan komkujiya 5’ê Hezîranê, Pirsûs û 10’ê Cotmehê bibîrxist û wiha got: “Di oxira aşitî û azadiyê de bi sedan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Em hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Ev qetlîam li hember gelê kurd û dostên wan hatin kirin. Ji wê demê heta niha li ser me êrîşên qirkirina siyasî, yên kuştinê, tunekirinê berdewam dikin.” Ceylan, da zanîn ku çawa di sala 1994’an de destdanîn li ser vîna gelê kurd û avêtin zindanê duh jî bi heman şiklî dest danîn ser vîna gelê kurd û avêtin zindanê û wiha bi axivî: “Çi bi dest xistin. Ne karîn kurdan, ne HDP’ê, ne hêviyên me yên azadiyê ne jî heviyên me yên aşitiyê biqedînin. Têkoşîna me her ku diçe bilindtir dibe. Şehîdên me wê bibin hîmê bingeha azadiyê û aşitiyeke bi rûmet.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Pişt re Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî anî ziman ku beriya 5 salan bi hezaran kesî edalet, aşitî, azadî û wekhevî qîrkirin û wiha got: “Li vê derê 2 bombe teqiyan. 5 canên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Bandora wê bombeye hêj didome. Hêj dixwazin stranên me yên azadiyê bêdeng bikin. Em bêdeng nabin, îtaat nakin û serî natewînin.”   ‘PERDEYA ARA WAN ÇIRIYA YE’   Dûre Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy jî anî ziman ku hişmendiya komkujiya 5’ê Hezîranê didome û wiha got: “Di encama vê hişmendiyê êrîş derketin asta herî jor. Ew komkujiya li vê derê çêbûyî fîşeka îşaretê ya pêvajoyekê bû. Zilm û heqareta ku nekirî nema. Tenê êrîşî saxan nakin êrîşî mirîyan û goran jî dikin. Perdeya ara wan çiriya ye. Hişmendiyeke faşîst a ku êrîşî her tiştê bi navê kurd dikinin. Ji bo ku pirsgirêka kurd me çareser nekir mirov dimirin. Ev yek berpirsyariya me ye. Kesên ku cesareta wan neyî ji bo desthilatdariya xwe mirovan dikin qurban.”   ‘EM Ê NIRXÊN KU WAN BAWER DIKIRIN BIGIHÎNIN AZADIYÊ’   Ozsoy, bibîr xist ku di salên 90’î de di nava Amedê de mirov dihatin kuştin û wiha berdewam kir: “Li vê derê derdiketin nêçîra mirovan, hêj laşê wan li holê de nîne. Li Nisêbînê di şikeftekê de hestiyên 40 mirovan hat dîtin. Li Tirkiyê nebû nûçe jî. Çapemenî bûye makîneya propagandayê ya Erdogan. Bila bikujin, bila êrîşî goristanan bikin lê bila vê baş bikin hişê xwe de em li vê derê ne tu dera ve naçin. Ev bi girtina parlementerên me dest bi amadekariya hilbijartinê dikin. Em ê berxwe bidin. Ji bo ku em layikî bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dayî û birîndar bûyî bibin, em ê nirxên ku wan bawer dikir bigihînin azadiyê.”   ‘JI BO PÊŞEROJEKE AZAD WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Herî dawî alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê serî natewînin, wê li ber xwe bidin û got: “Em li hemberî bîranîna şehîdên xwe soz didin ku heta pêşerojeke azad û wekhev têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Piştî axaftinan beşdarvanan dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin. Di dawiya bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn cihê ku bûyer lê qewimîbû.