Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim 2020-06-05 21:33:02     AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku parlementeriya wê hat betalkirin û duh bi şev hat girtin, ji girtîgehê peyamek şandiye. Guvenê di peyama xwe de gotiye: "Ez wekî jineke kurd, soz didim gelê xwe. Heya gelê kurd azad nebe ez ê bitêkoşim."    Duh bi şev parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Amedê Leyla Guven û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûlalri hat betalkirin û piştî betalkirina parlementeriyê her du parlementer hatin girtin. Leyla Guven şandin Girtîgeha Jina ya Amedê û Mûsa Farisogûllari jî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Hat diyarkirin ku ji ber vîrûsa coronayê wê Leyla Guven heya 14 rojan bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne. Guvenê ji girtîgehê peyamek ji Jinnewsê re şandiye û di peyama xwe de gotiye: "Bila dilê gelê em rihet be. Kêliya herî tarî ya şevê kêliya herî nêzî rojê ye. Em jî pir nêzî serketinê ne. Ê di zor û zehmetiyê de ne em in."    Guven di peyama xwe de bal kişandiye ser têkoşîna jinên kurd û gotiye: "Em jinên kurd li Parîsê bûn Sara, li Rojava bûn Arîn Mîrkan, li Başûr bûn Avesta Xabûr, em bi berxwedanê hene û bi berxwedanê li ser piya mane. Em peywrewên mîrateyeke têkoşer in. Ji bo temsîlkirina gelê kurd wekîltî ne şert e. Eynê wekî hevrêyên me yî beriya me em ê li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. Ez wekî jineke kurd, soz didim gelê xwe. Heya gelê kurd azad nebe ez ê bitêkoşim. Di serî de ji bo gelê Colemêrgê û  ji bo tevahiya gelê me silav û hezkirinên xwe dişînim. Bila dilê gelê em rihet be. Kêliya herî tarî ya şevê kêliya herî nêzî rojê ye. Em jî pir nêzî serketinê ne. Ê di zor û zehmetiyê de ne em in."