ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-06 09:00:11 * Parêzerên OHD'î anîn ziman ku bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçe û kolana ye û gotin, şideta ku zêde bûye jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê ye.  * Tirkiye nahêle Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê raporên sala 2017 û 2019'an aşkere bike.    * Li Wanê ku ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, bi dehan esnafên ku nikaribûn kredî, kirê û heqê fatûreyên xwe bidin dikanên xwe girtine.    * Di dema şewbê de gelek kesên bêmal li derve man. Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê jî li gor derfetên xwe alîkariya van kesan dike. Endama tevnê Melîs Akyurek, diyar kir ku hewl didin piştevaniyê li kuçe û kolanan xurt bikin û ji bo piştevaniyê bang her kesî kir.    * Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku ji ber sedemên siyasî girtina parlamenteran kiryarên xweser ên faşîzmê ne û got: “Bloka desthilatdariya faşist, ji bo ku emrê xwe dirêj bike, van kiryaran dike. Lê tu feydeya tirsê tuneye.”   *  Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê Fûat Almas, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çandiniyê û pêkanînên DEDAŞ'ê cotkar di rewşeke zehmet de ne û got, ji ber van pirsgirêkan her sal 200 karker dev ji çandiniyê ber dide.   * Rêxistina HDP û TJA dê li gelek navendan girtina parlamenteran şerezar bikin. (12.00-13.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyan Re Azadî ya Enqereyê û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa îHD'ê ya Stenbolê dê ji bogirtiyên nexweş daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00-13.30)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta wundayan bipirsin, dê di hefteya 793'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 591'an de çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)   * Rêxistinên Civakî yên Amedê dê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)