Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin 2020-06-06 09:10:02 AMED - Tirkiye nahêle Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê raporên sala 2017 û 2019'an aşkere bike.  Li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê piştî ku dîmenên îşkencekirina M.E.C.'yê ku ji ber kuştina polîsê bi navê Atakan Arslan hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin derketin holê, îşkenceya sîstematîk careke din ket rojevê. Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli îşkenceya li M.E.C. hatibû kirin înkar kiribû û wekî referans jî îşaret bi raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê kiribû. Her wiha Çatakli li ser hesabê xwe yê ji bo raporên komîteyê jî gotibû: "Berevajî van îdiayan di raporên 201-2019'an ên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropyê diyar ku li Tirkiyeyê îşkence tuneye." Lê belê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleyên Xirab a Ewropayê berê daxuyandibû ku hikûmeta AKP'ê nahêle raporên 2017-2019'an bi raya giştî re bên parvekirin.    Akademîsyen Kerem Altiparmak ku hatiye îxrackirin anî ziman ku heya welatên alîgir destûr nedin Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê nikare raporên ku der barê îşkenceyê de amade kirin aşkere bike. Altiparmak, diyar kir ku lê belê komîte dikare der barê lêkolînên xwe de nirxandina rewşa dîtiye bike û got, piştî hewldana darbeyê yanî ji Nîsana 2016'an ve Tirkiye nahêle komîte raporên di sala 2017 û 2019'an de amade kirine bi raya giştî re parve bike.    Altiparmak îşaret bi neqebûlkirina îdiayên îşkenceyê kir ku Wezareta Karên Navxweyî dibêje îşkence tuneye û got: "Madem îşkence tuneye, nexwe çima destûra Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê nayê dayîn ku raporan aşkere bike. Madem rewş ev qas baş e çima destûr nayê dayîn? Heger destûr neyê dayîn, wê çaxê wê şupên me jî hebin."