Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye 2020-06-06 11:33:27 COLEMÊRG - Welatiyan bertek nîşanî betalkirina wekîlatiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û gotin: “Leyla Guven vîn û wekîla me ye.”   Colemêrgiyan, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) Leyla Guven û girtina wê dan. Welatiyan, diyar kirin ku wan li bajer bi 100 hezar dengî Guven hilbijartin û ji bo nûnertiya xwe bike şandin Meclîsê. Welatiyan dan zanîn ku ew ê xwedî vîna xwe derkevin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.    'LI HEMBERÎ VÎNA ME BÊ RÊZIN’   Welatiyê bi navê Cîhangir Yaşar, diyar kir ku li hemberî vîna wan bêrêziyê dikin û wiha axivî: “Em ji biryara hatiye girtin pir aciz bûn. Em pir bi bertekin. Teqez ev nayê qebûl kirin. Ev hikumet bi tu awayî rêzê nade vîna me. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Wekîltiya parlamentera me ku me bi 100 hezar dengî hilbijartibû betal kirin. Dûr jî girtin. Em li dijî vê pir bi hirsin.”   ‘GUVEN VÎNA ME YE’    Omer Akbûlak jî, da zanîn ku Guven vîna wane û wiha got: “Leyla Guven vîna me ye. Colemêrgiya bi vîna xwe Leyla Guven hilbijartin. Ev du salin wekîltiya vî gelî dike. Gelo we nû ev yek sûc dît? Teqez emê van kiryaran qebûl nekin. Em tifaqa AKP û MHP’ê şermezar û lanet dikin.”    Sînem Dûman jî, anî ziman ku jinên Colemêrgî vê rewşê qet qebûl nakin û wiha berteka xwe anî ziman: “Em jinên Colemêrgî, van kiryaran qebûl nakin. Di encamê de ew vîna me ye. Ew ne tenê vîna Colemêrgiyaye, di heman demê de vîna hemû kurdane. Em hikumetê şermezar dikin.”    YEK BIÇE WÊ HEZAR WERIN   Welatî Mîkaîl Erdal jî, dest nîşan kir ku Leyla Guven bi têkoşîna xwe weke jineke siyasetmedara kurd tê naskirin û wiha axivî: “Leyla xwe bi tevahiya cîhanê daye naskirin. Îro Leylayek here, wê bi hezaran Leyla bikevin şûna wê. Em hemû jî baş dizanîn ku bloka AKP-MHP’ê nêzî dawiya xwe bûye. Dixwazin di siyasete de gelê kurd tesfiye bikin. Ligel hemû tiştî jî Leyla parlamentera me ye û vîna gelê kurde. Em bi wê serbilindin.”    ‘ME TU CARÎ DEST JI VÎNA XWE BERNEDA’   Omer Namoglû jî, bal kişand ser girtina Guven û wiha got: “Êrîşî vîna gelê Colemêrgê dikin û bêrêz nêz dibin. Me Colemêrgiya bi 100 hezar dengî Birêz Guven şand Meclîsê ji bo ku nûnertiya me bike. Ew taca werê me ye. Em her tim li dû wêne. Em hişmediya parlamenteran dixwin girtîgehan şermezar dikin. Em ê tu carî dest ji vîna xwe bernedin. Ji xwe me tu carî dest jê berne daye.”    Rêveberiya HDP’ê Sînem Seven jî, qala cihê Leyla Guven a di têkoşîna jinên kurd de kir û bloka faşîst a AKP û MHP’ê şermezar û lanet kir.    ÊRÎŞÎ DESTKETIYÊN JINAN DIKIN   Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin jî, bertek nîşan da û wiha got: “Bi van polîtîkayan êrîşî destkeftiyên gelê kurd û jinan dikin. Hejmera jinan a di Meclîsê de herî zêde ji HDP’iyan pêk tê. Vîna gel û jinan nas nakin. Ev bêhiqûye. Li dijî nirxane. Teqez em vê qebûl nakin.”