Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin 2020-06-06 13:32:22   ENQERE  - Aleyna Çakir a hat îdîakirin ku întîhar kiriye, derket holê rastî tundiya Umît Can Ûygûn hatiye.    Jina ciwan Aleyna Çakir a hat îdîakirin ku di 4’ê Hezîranê de li navçeya Keçîoren a Enqerê întîhar kiriye, dîmenên wê yên rastî tundiya Umît Can Ûygûn hatiye û li erdê bêliv û tevger mayî derket holê.    HEVALA ÇAKIR VEGOT   Ûygûn, dîmenê Çakir li ser hesabê xwe yê medya civakî bi awayekê zindî parvekir. Hevala Çakir jina bi navê Merve cînayet li ser hesabê xwe yê Twîtterê vegot. Merve, diyar kir ku roja cînayetê Çakir  li malê di saetên şevê de bi hevalên berkujere alkol vexwarin û li ser çîroka xwe ya Instagramê de nêzî 10 parvekirin kiribûn. Merve da zanîn ku Ûygûn ragihandibû ku cenazeyê Çakir piştî bangî kilîtçêker kir û şûnde, di saetên serê sibê de dîtine. Merve, dest nîşan kir ku Ûygûn piştî îfadeya wî hat girtin, tavilê hem hesabê xwe û hem jî hesabê Çakir ên Instagramê digire.   BANGA BILA CÎNAYET BÊ RONÎKIRIN HAT KIRIN   Dîmenên Ûygûn ên li Serokatiya MHP’ê ya Navçeya hatine kişandin jî derketin holê. Li ser Twîtterê rojeva “AleynaÇakir” di demek nêz de, di rêza duyemîn de cih girt û rêxistinên jinan banga bila cînayeta Aleyna Çakir bê ronkirin kirin.