Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin 2020-06-06 12:34:08 AMED - Li navçeya Çinarê 2 jê cerdevan 8 kesên ku bi ser malekê de girtibûn û 4 kesan bi çekên cerdevaniyê kuştibûn û 11 kesan jî birîndar kiribûn hatin girtin.   Di 3’ê hezîranê de li taxa Fatîhê ya navçeya Çinarê ya Amedê, ji ber pirsgirêkeke li ser erd, di navbera 2 malbatan de şerê bi kevir û daran derketibû. Di saetên berê êvarê yên heman rojê de malbat cerdevan bi çekên cerdevaniyê bi ser malbata ne cerdevan de girtibû û welatiyên bi navê Nûrî Karataş, Hulya Karataş, Mehmet Karataş û Feyyat Karataş kuştibûn û 11 kesan jî birîndar kiribûn.   Piştî vê pevçûnê A.K. û zarokên xwe yên cerdevan S.K. , F.K. û 5 kesên din hatibûn binçavkirin. Îfadeyên her heştan kî li Miduriyeta Polisan a Amedê bi dawî bûn û sewqî Edliyeya Çinarê hatin kirin. Her heşt kes jî li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Li dadgehê her heşt kes jî hatin girtin.   Tedawiya her yazdeh kesên birîndar li nexweşxaneyan didome û bergiriyên ku ji aliyê leşkeran ve li taxê hatine girtin jî berdewam dikin.