ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin 2020-06-06 13:37:49   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyê nexweş Hasan Şaşmaz serbest berdin.    Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi dirûşmeya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" çalakiya xwe ya ku her hefte li dar dixin berdewam kirin. ÎHD'ê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa corona li ser onlînê daxuyanî da. Rêveberê ÎHD'ê y ê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê cihê nexweşiyê ne û wiha got: "Kesên saxlem tên girtin, li girtîgehê nexweş dikevin û derdikevin. Li girtîgehan gelek nexweşî bi wan re çê dibe.    27 SALIN GIRTÎ YE, NEXWEŞÊ DIL Û TANISYONÊ YE   Çîçek bal kişand ser rewşa Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Manisayê Hasan Şaşmaz ku 27 salin girtî ye û wiha got: “Şaşmaz di temenê ciwan de hat girtin. Li gel temenê ciwan jî niha nexweşê dil, tansiyon, şekir, kolesterol, fitiq, hemoroit, menuskus,û nexweşê gurçikê ye. Li gorî agahiya dawî malbatê dan, baş nayê dermankirin. Girtîgeh divê ne cihê tolhildanê bin. Divê mafê wan ê mirovî ligirtîgehan bên parastin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin Şaşmaz û hemû girtiyên nexweş serbest berdin.