'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket' 2020-06-06 15:38:21 AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên din şermezar kir û got: “Bi girtina Guvenê esas dewlet ket. Dewlet û parlementoya we êdî ne rewa ye."  Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li avahiya KCD’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de dovîzên “Berxwedan Jiyan e”, “Dest nede vîna min”, “Vîna me rûmeta me ye”, “Jin parastina siyasetê ye”, “Leyla Guven berxwedan e” rakirin û pankarta “Em bi rengê jinê yê binevşî, dev ji siyasetê bernadin” vekirin.    ‘PARLAMENTOYA EWROPA BETAL BÛYE'    Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, daxuyanî da û girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekîlên din yên hatî girtin şermezar kir. Gokkan, anî ziman ku nasnameyên Leyla Guvenê têkoşîna azadiya gelan, baweriyan û bi taybetî ya jinan temsîl dike û wiha got: "Ji ber wê Leyla ne tenê naveke an şexsek e. Di heman demê de berxwedana jinê ye. Bi girtina Guvenê esas dewlet ket. Dewlet û parlementoya dewletê îro êdî ne meşrû ye. Heke wekîl di saetekê de wekiltiya wan bikeve  û bên binçavkirin û bişînin zindanê; ev têkçûna dewletê ye. Dewletên dinyayê ji vê bûyerê re bê deng bimînin tê wê wateyê êdî Parlementoya Ewropayê , Neteweyên Yekbûyî û hemû parlementerên dinyayê yên ku dibêjin em hatine hilbijartin îro betal bûn, pûç bûn û bê îtîbar bûn.”   ‘BIRYARA XISTINA WEKÎLAN BIRYARA NEYARTIYÊ YE’   Gokkan, destnîşan kir ku dema mirov li Kurdistanê be, jin be û kurd be zêdetir dibe hedefa êrîşan û wiha axivî: “Zilma li ser vê axê 3 qat zêdetir e. Zêdebuna  mêrê serdest  ya emperyal li her çar aliyê Kurdistanê derdikeve holê. Li cem me jinan kesên di dinyayê de bêdeng dibînin hemû tewanbar in. Em tucar biryarên dewletan qebûl nakin. Biryara xistina wekîlan biryara neyartiyê ye. Ji ber ku Leyla Guven bi biryara dewletê nehatiye hilbijartin. Îradeya gel û jinên têkoşêr hilbijart. Ji ber wê biryarên wan nayên qebûlkirin.”   ‘EM E TU CAR SERÎ NETEWÎNIN’   Gokkan, anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman û bi betalkirina wekîlan mafên jinan ên hilbijartinê xezp kirine û wiha bi dawî kir: "Ji îro pêda em ê tucar serî netewînin. Em ê paşve gav neavêjin. Jin jiyan azadî dê bibe riya me û Leyla Guven jin, jiyan azadiyê.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan Azadî” û “Berxwedan Jiyan e” û tilîliyan bi dawî bû.