Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan 2020-06-06 16:24:48 AMED – 37 rêxistinên sivîl û civakî yên Amedê betalkirina wekîltiya Hevseroka KCD'ê û parlamenterên HDP û CHP'ê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Nûnerên rêxistinan anîn ziman ku bi betalkirina parlamenteriyê mafê bijartin û hilbijartinê xistine bin pîyan.  37 rêxistinên sivîl, civakî û demokratîk ên Amedê betalkirina wekîltiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullalir û parlementerê CHP'ê CHP Enis Berberoglu bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Rêxistinên civakî li avahiya 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên ode sendîka û komeleyan amade bûn. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Hasan Eroglu daxuyanî da. Eroglu, anî ziman ku betalkirina parlamenteran nîşana pergala otoriter e û wiha got: "Di sala 2016'an bi guhertina Zagonan rê li pêş destnedayîna wekîlan vekirin. Ji wê demê heta niha parlamenteriya 13 wekilên HDP'ê û wekîlekî CHP’e bi giştî parlamenteriya 14 wekîlan betal kirin. Bi vê yekê mafê bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Bi betalkirina parlamenteriya 3 wekilan vîna hilbijêran tune hesibandin. Ji 2016'an heta niha qeyûm tayînî gelek şaredariyên HDP/DBP'ê kirin. Rejîma qeyûm hêj didome.    Bi destê daraza ketiye destê siyaseta îqtîdarê mudaxale kirin û pêşxistina siyaseta demokratik darbeyek mezin xwar. Hewldanra aştiya civakî lawaz kirin. Ji ber siyaseta îqtîdarê mudaxaleyî qada darazê kir, êdî nava darazê hatiye valakirin. Em wekî rêxistinên pîşeyî, demokratîk û kedê vê mudaxaleya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li van zextan bînin.