Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in 2020-06-06 16:34:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li dijî xistina parlamaneteriya parlamenteran ku weke darbe tê binavkirinê mezin dibin. Jinên TJA’yî û HDP’î derketin kuçeyan û bal kişandin ser berxwedanê û banga “têkoşîna bi hev re” kirin. Bertekên li dijî xistina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari didomin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên meclis û rêxistinên HDP’ê yên bajaran, bi daxuyaniyên cûda girtina parlamenteran şermezar kirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de çalakiyên rûniştinê jî pêk hatin û bangên “têkoşîna bi hev re” hatin kirin.   ÊLIH   TJA’yê ji bo girtin û xistina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari li Rêxistina HDP’ê ya Elihê çalakî li dar xist. Aktîvîsten TJAy’ê wêneyên Guven û Farisogûllari û dowîzê “Darbe heye” hilgirtin. Aktîvîsta TJA’yê Gulnûr Delî, di çalakiyê de axaivî û diyar kir ku AKP’ê polîtîkayên xwe yên dijminane yên li dijî jin û gelê kurd didomîne û hewl dide destkeftiyên jinan hi holê rake. Delî, xistina parlamenteriya Guven û Farisogûllari jî weke darbe bi nav kir.   WAN   Li Wanê jî endamên TJA û Meclisa Jinana a HDP’ê ya Wanê, li pêşiya avahîya HDP’ê ya Wanê çalakî li dar xistin. Jinan pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” , “Berxwedan jiyan e” vekirin û wêneyên Guven û Farisogûllari hilgirtin. Heveroka HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî kurdan polîtîkaya îtaatkirinê tê meşandin û got ku dê bêhstandina kurdan jî nayê temûlkirin. Bartin, di berdewamê de jî got ku dîroja wan bi Leylayan têje ye û bang li hikûmetê kir ku terka polîtîkayên dimeşîne kir.   ŞIRNEX   Ji aliyê Meclisa Jinan a Şirnexê û TJA’yê li navçeya Silopya ya Şirnexê jî çalakiyek lidar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Me serî netewand, em ê netewînin. Ew ê darbeker biçin, em ê biserkevin” vekirin. Parlamenter Nûran Îmîr axivî û diyar kir ku Leyla Guven ne miroveke ji rêzê ye û wiha got: “Leyla Guven bi têkoşîn û berxwedana xwe sembol e. Destên dirêjî Leyla Guven bibin dirêjî hemû jinan dibin. Em kurd tu carî serê xwe ji pêkanînên faşizm û tundiyê re danaynin.”   Piştî axaftinê jinan dûrişmeya “Berxwedan jiyane” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.   RIHA   Li Rihayê jî Meclisa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê çalakî li dar xist. Jinan li gel ku xwest li derve çalakiya xwe li dar bixin jî polisan destûr neda wan û neçar man li hundir çalakî li dar bixin. Dema astengkirina polisan Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku ji polisan re got ku her roj li welat darbe pêk tên û desthilata heyî welat wergerandiye dojehê. Polisek bersiv da van gotinên Surucu û got ku ev rewş ji bo bihuşt e. Surucu, li hundir axaftinek kir û got ku serkeftin a jinên kurd e.   COLEMÊRG   Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê jî li avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyaniyek da. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn û li ser navê wan Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Sînem Seven, axivî. Seven, diyar kir ku êrîşên zîhniyeta baviksalarî ya AKP-MHP’ê tê li pêşiya têkoşîna Leyla Guven nebin asteng.   EDENE   Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Edeneyê, jî bertek nîşanî xistina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû da. Çalakî, li avahiya HDP’ê ya Bajar pêk hat û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên bajar jî piştgirî dan çalakiyê. Dema çalakiyê polisan derdora avahiyê dorpêç kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Karakiş, diyar kir ku vî welatî û destkeftiyan radestî “desthilata nexweş” nekin û bang li muxalefet û rêxistinên sivîl dikin ku bi eniyeke hevpar a têkoşînê ber bi rêveberiya welat biçin.   Piştî daxuyaniyê girseyî çalakiyê rûniştinê li dar xist.   OSMANIYE   Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê jî li avahiya xwe ya bajar, bi daxuyaniyekê xistina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû şermezar kir. Rêvebera HDP’ê ya Bajar Selda Ûygûl, bang li desthilatê kir ku ji vîna gel re rêz bigire û banga têkoşîna hevpar li aliyan kir.