Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669 2020-06-06 21:15:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 21 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û 878 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 878 kesên din jî bi şewbê ketine û 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 169 hezar û 218 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 669.