Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin 2020-06-06 23:42:59   MÊRDÎN - Malbata endamê HPG'ê Serkan Tutak û Halîl Yildirim cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê girtin û defin kirin. Polisan destûr nedan ku malbata Tûtak nimêja cenaze bikin û cenaze kefen bikin. Cenazeyê Serkan Tutak di bin dorpêçê de tevî torbeyên cenaze defin kirin.    Piştî di şerê li Kercewstê derket û 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, malbatan cenazeyê zarokên xwe Serkan Tutak û Halîl Yildirim ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin û  defin kirin. Walîtiya Mêrdînê aşkere kir ku li gundên Xirbêmamitê, Xanîsora, Kewarêxê û Yestê ji ber operasyona eskerî qedexeya derketina derve îlan kirine. Di operasyona eskerî de tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) di serdegirtina malan de di navde zarok jî hene 7 kes binçav kirin. Di operasyonê de şer derket û hat diyar kirin ku 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest daye. Endamê HPG'ê yê ji Êlihê Halil Yıldırım û yê ji Şirnexê Serkan Tutak piştî jiyana xwe ji dest dan li gundan gerandin û piştre cenazeyên wan birin morga Nexweşxaneya Mêrdînê. Piştî malbatan agahî girtin cenazeyê Halil Yildirim birin Gundê Kelkînê yê Navçeya Kerçewsê defin kirin. Cenazeyê Serkan Tutak  jî birin li Navçeya Nisêbînê li Goristana Mohrisê defin kirin.    DESTÛR NEDAN NIMÊJA CENAZE BIKIN   Dema malbata Serkan Tutak cenaze wergirtin û birin Nisêbînê polîsan destûr nedan ku malbat li ser cenaze nimêje bikin û destûr nedan ku cenaze kefen bikin. Ji ber ku polîsan destûr nedan cenaze li gorî çanda olî defin bikin, malbat neçar man ku cenaze tevî torbeyên cenaze defin bikin.