Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê 2020-06-07 09:00:28   ŞIRNEX - Sêgirikiyên ku êdî nikarin li sînor bazirganiyê bikin dest bi mêşvaniyê kirin. Her wiha bi germbûna dinyê re mêşvan hewl didin ku biçin Zozana Feraşînê.    Welatiyên li bajaroka Sêgirik a Qilebana Şirnexê dijîn, debara xwe bi sewalvanî û mêşvaniyê dikin. Şêniyên bajarokê ku bi salan li sînor bazirganî dikirin, niha ji ber ku nikarin bazirganiyê bikin dest bi mêşvaniyê kirine. Li bajarokê her diçe hejmara kesên mêşvaniyê dikin zêdetir dibe.    Tahîr Gun ku li baxçê mala xwe mêşvaniyê dike, 100 kewarên wî hene. Gun, 8 sal in vî karî dike. Gun, anî ziman ku havînê kewarên xwe dibe Zozana Feraşînê.    Gun, desstnîşan kir ku qet şekir tev li hungivê xwe nake û got, salê 400 kîlo hungiv bi dest wî dikeve. Gun, diyar kir ku ji ber vê rewşa wî ya aborî jî baş e û got: "Bi rihetî debara xwe dikim. Niha em amadekariyên xwe dikin ku mêşên xwe bibin zoanan. Hefteyek din wê dinya baş germ bibe. Em ê jî biçin zozana."    Gun, anî ziman ku her kes dikare bi hungiv qezenc bike û got, kesên betal dikarin mêşvaniyê bikin.    MA / Mujdat Can