Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye! 2020-06-07 09:00:52   MÊRDÎN - MARSÛ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê careke din heqê avê biha kir. Beriya qeyûm metrekûpa avê bi 2 TL'yan bû, lê piştî qeyûm hatiye tayinkirin metrekupa avê bûye 5.80 TL.   Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman, di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Ji roja bûye qeyûm li ser hev du heqê avê biha dike.    Qeyûm Yaman bû cara sisêyan heqê avê biha dike. Berî ku bê tayinkirin heqê metrekûpa avê bi 2 TL'yan bû. Cara ewil kir 3.25 Tl, dû re kir 4.75 TL û niha jî kiriye 5.80 TL.    Qeyûm Yaman di 8 mehan de tam sê caran heqê avê biha kiriye. Zemên ku Yaman kirine ji sedî 190 li fatûreyan tê barkirin.    Her wiha qeyûm zema dawî ya avê bi raya giştî re jî parve nekiriye.    MA / Ahmet Kanbal